MSD’ê di salvegera dagirkirina Efrînê de banga diyaloga nîştimanî kir

MSD`ê di salvegera 6`an a destpêkirina êrişên dagirkirinê yên li dijî Efrînê de, careke din banga destpêkirina diyaloga nîştimanî kir. Her wiha MSD`ê diyar kir ku berdewamkirina dijminatiya dewleta Tirk derfetên çareseriya siyasî qels dike.

MSD’ê di salvegera dagirkirina Efrînê de banga diyaloga nîştimanî kir
20 ÇILE, 2024   11:39
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) bi boneya salvegera 6`an a destpêkirina êrişên dagirkirinê li dijî Efrînê daxuyaniyek da. 

Di daxuyaniyê de MSD`ê diyar kir ku di êrişên dagirkirinê yên li dijî Efrînê de dewleta Tirk xwest Efrîn bibe nuqteyeke şikandinê lê belê gelê Efrînê ew kir nuqteyeke guhertinê û di 58 rojan de îsbat kir ku hêzên êrişkar nikarin vîna wan têk bibin.

MSD`ê di daxuyaniyê de got: "Dewleta Tirk di 6 salan de li dijî şêniyên resen ên mayî sûcên hovane kirin; kuştin, revandin, dest avêtinê û mal û milkên wan dizîn û talan kirin, dar û berên wan şewitandin, niha jî êrişên xwe li dijî berhemên sûriyeyiyan û binesaziya herêmên wan zêde dike. Ev îsbat dike ku Tirkiye dewleteke dagirker, êrişkar û xwînmij û dizê berhemên gel e."

Her wiha MSD`ê berdewamkirina dagirkirina Efrînê û herêmên din ên bakurê Sûriyeyê şermezar kir û bang li civata navneteweyî, Meclisa Ewlehiyê, Yekitiya Ewropayê û Komkara Erebî kir ku rola xwe bilîzin, dagirkeriyê bi dawî bikin, komên alîgirên wê ji herêmê derxin û wan di dadgehên navneteweyî de bidarizînin, her wiha vegereke ewle ji şêniyên resen re dabîn bikin.

MSD`ê destnîşan kir ku siyasetên dijminane yên dewleta Tirk, wêrankirina Sûriyeyê û gelê wê, derfetên biserxistina çareseriya siyasî li gor biryara 2254’an qels dike û bi awayekî metirsîdar hewldanên mirovî ji bo parastina rûmeta mirovahiyê û sepandina aştiyê asteng dike.

Di daxuyaniyê de MSD`ê bang li sûriyeyiyan kir ku her çi qas nêrînên wan der barê gelek dozan de cuda bin, lê divê bilez li hember êrişan û kesên li dijî yekitiya Sûriyeyê, bi ruhekî berpirsyar ê nîştimanî bi hev re kar bikin û dest bi diyalogeke nîştimanî bikin da ku alozî çareser bibe.

MSD`ê di dawiyê de diyar kir: "Em di wê baweriyê de ne ku heke em nebin yek di şerê qirkirinê yê li dijî gelê Sûriyeyê de, em ê têk biçin."

(şx)