Di şerê çete û hêzên hikumeta Şamê de 4 leşker birîndar bûn

Di navbera hêzên hikumeta Şamê û çeteyên DAIŞ'ê de pevçûn çêbû, di encamê de 4 leşkerên hikumeta Şamê birîndar bûn.

Di şerê çete û hêzên hikumeta Şamê de 4 leşker birîndar bûn
20 ÇILE, 2024   11:54
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) da zanîn ku şeva înê di navbera çeteyên DAIŞ'ê û hêzên hikumeta Şamê de li bajarokê Sexnê yê Humsê şer derket. Di encamê de 4 leşkerên hikumeta Şamê birîndar bûn û birin nexweşxaneya leşkerî ya Tedmurê.

Di şer û pevçûnên li gundewarên Humsê de bi dehan leşkerên hikumeta Şamê hatine kuştin. Di 11'ê Çileyê de çeteyên DAIŞ'ê li dijî gelek noqteyên Firqeya 17'an a hêzên hikumeta Şamê li nêzî bajarokê Tîba yê rojhilatê Humsê êriş kir.

Her wiha di 9'ê Çileyê de di encama êrişa çeteyên DAIŞ'ê ya li dijî otobuseke leşkerên hikumeta Şamê de 14 leşker hatibûn kuştin û 19 jî birîndar bûbûn.

(mh)