MSD’ê Cejna Qurbanê li gelê Sûriyeyê pîroz kir

MSD’ê Cejna Qurbanê li gelê Sûriyeyê pîroz kir û got ev bone ji bo xurtkirina ruhê hevgirtinê di nava Sûriyeyiyan de û girêdana bi bijarteya diyalog û aştiyê weke rêbaza pêkanîna hêviyên gelê Sûriyeyê yên azadî, demokrasî û xelasiya ji êşên şer û parçebûnê, firsetek e.

MSD’ê Cejna Qurbanê li gelê Sûriyeyê pîroz kir
5 hezîran, 2025   23:25
NAVENDA NÛÇEYAN

Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) bi boneya Cejna Qurbanê daxuyaniya pîrozbahiyê da. MSD’ê di daxuyaniya xwe de ev bone li gelê Sûriyeyê bi hemû pêkhateyên wî, li tevahî gelên îslamî, pîroz kir û amaje pê kir ku cejn di nava xwe de nirxên fedakarî, hevgirtin û nûkirina nirxên mirovahiyê yên semîmî dihewîne.

Her wiha MSD’ê diyar kir ku ev bone ji bo xurtkirina ruhê hevgirtinê di nava Sûriyeyiyan de û girêdana bi bijarteya diyalog û aştiyê weke rêbaza pêkanîna hêviyên gelê Sûriyeyê yên azadî, demokrasî û xelasiya ji êşên şer û parçebûnê, firsetek e.

MSD’ê ev bone li malbatên şehîdan ku di oxira siberojek ewle û adilane ji bo Sûriyeyê de canê xwe daye, pîroz kir û got ew ê li kêlek wan bisekinin ku ji bo armancên zarokên wan ji bo wê şehîd bûne, pêk bînin.

MSD’ê pesna rola QSD’ê û Hêzên Ewlekariya Hundirîn di parastina ewlehiya civakê û parastina destkeftiyên aramiyê û rûbirûbûna gefên li dijî yekitiya civakî û aştiya wê de, da.

Di dawiyê de MSD’ê got ev bone li ser Sûriye, gelê wê bi ewlehî û aştî vegere û bibe firsetek ji bo nûkirina hêviya welatekî têra hemû xelkê bike.

(fr)