Parlamenterên Alman piştgirî da pergala perwerdehiyê ya Rêveberiya Xweser

Parlamenterên Alman piştgirî û alîgiriya xwe ji pergala perwerdehiyê ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re nîşan da û girîngî da pêkanîna tevkarî û pevguhertina pisporiyan di navbera dibistanên Almanya û hempîşeyên wê li herêmê de.

Parlamenterên Alman piştgirî da pergala perwerdehiyê ya Rêveberiya Xweser
5 hezîran, 2025   23:39
NAVENDA NÛÇEYAN

Li wîlayeta Bavyera ya Almanya civîneke girîng di navbera parlamenterên Partiya Kesk, Partiya Sosyalîst a Demokrat û nûnerên serbixwe û berpirsa Têkiliyên Dîplomasî ya Yekitiya Mamosteyan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Nesrîn Reşk de pêk hat. Di civînê de mekanîzmayên piştgiriya beşa perwerdehiyê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û vekirina asoyên hevkariya dualî di mecala perwerdehî û pîşeyî de hatin nîqaşkirin.

Parlamenteran di hevdîtinê de piştgiriya xwe ya tam ji pergala perwerdehiyê ya li herêmê re nîşan da û got ew ji bo xurtkirina tevkarî û pêşxistina bernameyê li ser asta parlamento û hikumeta Almanyayê de nîqaş dikin.

Di çarçoveya însiyatîfa hevbeş de, derfeta lidarxistina têkiliyên hevkariyê di navbera dibistanên Almanya û hempîşeyên wê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de, bi taybet dibistanên pîşeyî hat nîqaşkirin, ku ev yek roleke sereke di xurtkirina îstîqrara civakan û avakirina aboriyekê li ser jêhatiyan de dilîze.

Ev hevdîtin, weke beş ji hewlên berdewam ên xurtkirina têkiliyên sivîl û akademîk di navbera Almanya û Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de, ji bo piştgiriya pêvajoya jinûve avakirinê, pêk tê.

(fr)