Ji 5 rojan ve tevgera Îsraîlê li Quneytera û Derayê zêde bûye

Di nava 5 rojan de tevgera Îsraîlê li herêmên Quneytera û Derayê yên Sûriyeyê zêde bûye û li hember vê yekê gel nerazîbûna xwe nîşan de û desthilata Şamê bê deng e.

Ji 5 rojan ve tevgera Îsraîlê li Quneytera û Derayê zêde bûye
5 hezîran, 2025   23:06
NAVENDA NÛÇEYAN

Li Quneytera û Derayê, di 5 rojên destpêka Hezîranê de tevgereke zêde ya Îsraîlê heye. Hêzên Îsraîlê li hundirê xaka Sûriyeyê rêze ketine û belavbûnên leşkerî pêk anîn.

Ev pêşdeçûn, hemwextî avêtina moşekan ji gundewarê rojavayê Derayê ve ber bi Colana Sûriyeyê ve û bersivdana Îsraîlê ya tund ji bejahî û hewayî ve, pêk hat. Wê yekê aloziya li ser şerîta sînor zêde kir.

Di 1’ê Hezîranê de li bakurê Quneyterayê Îsraîlê bendeke kontrolê ya demkî di navbera bajarokê Xan Ernebe û gundê Ciba de danî û dewriyeyek Îsraîlê ji 15 endamên ku bi Erebiyek akademîk diaxivin û erebeyên leşkerî bi kar dianîn, ava kir.

Hemwextî wê, 2 hêzên leşkerî ji nuqteye kontrolê ya "El Seqerî" ya berê ve nêzîk bû û erebeyên sivîl hatin teftîşkirin. Wê yekê digel nebûna hêzên ewlehî yên Sûriyeyê de li gel şêniyan nerazîbûnek çêkir.

Di 2’yê Hezîranê de jî hêzeke Îsraîlê bi şev û bi peyatî ji nuqteya El Cezîrê ya li gundewarê rojavayê Derayê derketin û li nêzî rêya di navbera gundên Meirebe û Abdîn de bi cih bûn û li asîmanê herêmê jî balafirên keşfî hebûn. Di heman demê de li bajarokê Mişêrfê yê Quneterayê 3 wesayîtên leşkerî yên Îsraîlê derbasî kûrahiya bajarokê bûn, gelek welatî sekinandin û bêyî kaxizeke fermî ew teftîşkirin.

Di roja 4’ê ya Hezîranê de, dewriyeyek Îsraîlê ku ji 50 leşkeran pêk tê bi ser taxeke başûrê bajarokê Cubata El Xeşeb de girt, gelek mal teftîş kirin û gotin ew li çekan digerin. Di heman rojê de jî hêzeke din bi 7 wesayîtên leşkerî derbasî aliyê gundê Mecdolya yê Quneyterayê bûn. Li hember van hemû bûyeran desthilata Şamê bê deng e.

(fr)