MSD’ê bi boneya Roja Aştiyê ya Cîhanê daxuyaniyek da

MSD`ê di daxuyaniya xwe ya bi boneya Roja Aştiyê ya Cîhanê de bang li aliyên Sûriyeyê û herêmê kir ku ji bo bidawîkirina aloziya Sûriyeyê û dîtina çareseriyeke giştî û adil bixebitin. MSD`ê destnîşan kir ku bêyî derketina dagirkeriya Tirk ji axa Sûriyeyê û rawestandina destwerdanên herêmî, aştiya rastîn ne pêkan e.

MSD’ê bi boneya Roja Aştiyê ya Cîhanê daxuyaniyek da
21 îlon, 2024   13:52
NAVENDA NÛÇEYAN

Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD) bi boneya 21’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê daxuyaniyeke nivîskî weşand. 

MSD’ê piştgiriya xwe ji bo hewldanên dîtina çareseriyeke aştiyane û adilane ji aloziyên li Sûriye, Rojhilata Navîn û tevahiya cîhanê.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku aştiya rasteqîn û daîm tenê bi rêya çareseriya siyasî ya bi beşdariya tevahî sûriyeyiyan, rêzgirtinê ji mafên tevahî pêkhateyên Sûriyeyê, sepandina demokrasiyê, pirrengiyê û edaleta civakî pêkan e.

Di dewama daxuyaniyê de hate diyarkirin ku pêkanîna aştiyê bi dawîkirina şer tenê çênabe û da zanîn ku lê di heman demê de bi xebateke erênî pêkan e ku divê bawerî û hevdufêmkirin bingeha wê bin.

Di dewama daxuyaniyê de hate gotin, li gel şert û mercên li cîhanê û herêmê divê di têkiliyên navneteweyî de rêgezeke nû were meşandin ku hevkarî û piştgirî bingeha wê ye.

Di daxuyaniyê de bang li civata navneteweyî hat kirin ku piştigriyê bide hewldanên dîtina çareseriya siyasî ya li Sûriyeyê û mekanîzmeyên diyalogê û navbeynkariyê yên ji bo çareserkirina aloziyan bi rêbazên aştiyane, xurttir bike.

Di dewama daxuyaniyê de hate gotin aştiyeke rasteqîn bi rêya bidawîkirina dagirkeriya Tirk a li ser Sûriyeyê  û rawestandina destwerdanên herêmî pêkan e. Di daxuyaniyê de ev bang  li hêzên herêmî hat kirin: "Siyasetên xwe di ber çavan re bigirin. Dev ji bikaranîna hêzê wek amûrekê ji bo berjewendiyên xwe bi destbixin berdin û li şûna wê ji bo diyalogekeke avaker ku rêzê ji dewletan û mafên gelên wê re digire ku çarenûsa xwe diyar bikin, bixebitin.”

Di daxuyaniyê de banga belavkirina çanda aştiyê û bêhnfirehiyê (tolerans) di nava ciwanan de bi rêya bernameyên perwerdeyê hat kirin. Bang li aliyên Sûriyeyê û herêmê  jî hat kirin ku xwedî berpirsyariya dîrokî bin, ji bo bidawîkirina tundiyê û dîtina çareseriyeke siyasî ya giştî û adil, bixebitin.

(şx)