`PYD modela têkoşînê ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye`

Axêverên Kongreya PYD`ê ya 10`emîn têkoşîna partiyê ya ji bo xelaskirina herêmê û gelê wê ji aloziyan silav kir û ew têkoşîn wek "modela têkoşînê" ya şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê wesifand.

`PYD modela têkoşînê ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye`
`PYD modela têkoşînê ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye`
`PYD modela têkoşînê ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye`
`PYD modela têkoşînê ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye`
`PYD modela têkoşînê ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye`
`PYD modela têkoşînê ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye`
`PYD modela têkoşînê ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye`
21 îlon, 2024   13:56
HESEKÊ

Di Kongreya PYD’ê 10’an a bi dirûşma "Bi hev re ji bo pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Apo, çespandina Rêveberiya Xweser û avakirina Sûriyeke demokratîk" de, gelek kes axivîn û têkoşîna partiyê û hewldanên wê yên ji bo çareserkirina aloziyên siyasî silav kirin.

Hevserokê Desteya Malbatên Şehîdan û Gaziyan a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Rêzan Gulo axivî û kongreyê pîroz kir. Gulo îşaret bi şert û mercên dijwar ên ku partî di nav de ava bûye, şehîdxistina endamên wê û hemleyên girtinê yên li dijî wan kir û destnîşan kir ku partiyê li ber xwe da û rola xwe li ser tevahî astan lîst.

Gulo di dawiyê de got: "Ji bo ku em azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan bi dest bixin û sûriyeya demokratîk ava bikin, divê em têkoşînê mezin bikin."

Hevserokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Hisên Osman jî fedakariyên şehîdan bi bîr anîn û diyar kir ku bi saya van fedakariyan gelê herêmê destkeftiyên dîrokî bi dest xistin û ji cîhanê re bûn nimûne.

Her wiha Osman bal kişand ser şert û mercên ku kongra tê de li dar dikeve û got: "Hemwextî lidarxistina kongreyê, hêzên dijber bi awayekî hovane êrişî herêmê dikin. Dixwazin Rêveberiya Xweser derbe bikin. Ji ber ku rêveberiyê, hawîrdoreke siyasî ya demokratîk li ser bingeha nirxên civakî, azadiya jinan û hevalbendiyê di navbera gelên herêmê de afirandiye."

Osman diyar kir ku rêgeza li ser aştiyê, edaletê, wekheviyê, hevlabendiya gelan li şûna şer, çewisandinê ava bûye, serkeftin para wê ye û got ew dê bi tevahî rêbazan destkeftiyên gel ji êrişkeran biparêzin.

Berdevka Kongra Star Rîhan Loqo jî rola Meclisa Jinan a PYD`ê silav kir û got: "Avakirina meclisê, gaveke dîrokî ye û ji cîhanê tev de model e ku jin dikarin di qada siyasî de rol bilîzin."

Rîhan wiha domand: "PYD`ê bûye modela têkoşînê û di wê oxirê de gelek şehîd dane. Em hêvî dikin ku di dawiya kongreyê de biryarên girîng ji bo siberoja herêmê û gel bên girtin."

Piştî bidawîbûna axaftinan, kongre bi xwendina peyamên pîrozkirinê ku partî, rêxistin, tevgerên siyasî yên Kurdistanê, Sûriye û Ereban li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Rojhilata Navîn û Kurdistanê  hatine şandin, berdewam kir.

(şx)

ANHA