MSD`ê banga diyalogeke berfireh kir

Desteya Serokatiyê ya MSD`ê di civîna xwe ya asayî de awayên çalakkirina pêvajoya siyasî li Sûriyeyê gotûbêj kirin. MSD’ê banga destpêkirina diyalogeke berfireh ji bo pêkanîna hevkarî û edaletê kir.

MSD`ê banga diyalogeke berfireh kir
30 tîrmeh, 2025   11:18
HESEKÊ

Desteya Serokatiyê ya Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD) civîna xwe ya asayî li Hesekê li dar xist. Hevserokên MSD`ê Leyla Qereman û Mehmûd El Muslit bi rêya vîdeoyê û hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser Îlham Ehmed û endamên meclisê beşdar bûn.

Di civînê de pêşketinên siyasî yên li Sûriyeyê hatin gotûbêjkirin. Leyla Qereman di axaftina xwe de diyar kir ku pêvajoya derbasbûnê li şûna vekirina rêyên çareseriyê, bûye egera kaosê û got: "Paşguhkirin gelan nake yek û tundî dewletekê ava nake. Ya ku îro tê xwestin, destpêkirina projeyeke neteweyî ya berfireh li ser bingeha hevkariyê ye."

Der barê bûyerên dawîn ên li Siwêdayê de Leyla Qereman daxwaza lêpirsîneke serbixwe kir, bi taybet yên li dijî jin û zarokan û got: “Divê bingeha avakirina Sûriyeyeke nû edalet be.”

Hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser Îlham Ehmed jî diyar kir ku nenavendîkirin êdî vebijêrkek nîn e, lê pêdivîyek e. Îlhamê da zanîn ku her çareseriyeke siyasî bêyî tevlêbûna rastîn a hemû pêkhateyên Sûriyeyê, dê tenê bibe sedema alozî û hilweşînê.

Di dawiya civînê de, Desteya Serokatiya MSD`ê daxwaza pêkanîna peymana 10`ê Adarê ya di navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk û hikûmeta veguhêz de kir. Her wiha xwest diyalogeke berfireh çêbe ku hemû alî û pêkhateyên siyasî, civakî, etnîk û olî di cihê xwe tê de bigirin.

Her wiha MSD’ê da zanîn ku ew ê xebata ji bo Sûriyeyeke dadmend û sivîl ku xwestekên gelê Sûriyeyê vediguherîne rastiyeke berbiçav, bidomîne.

(k)