Koma destpêkê ya girtiyan hat berdan

Li gorî pêkanîna biryara efûya giştî ku Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê daye, komeke girtî li kantona Cizîrê hate berdan.

Koma destpêkê ya girtiyan hat berdan
Koma destpêkê ya girtiyan hat berdan
Koma destpêkê ya girtiyan hat berdan
Koma destpêkê ya girtiyan hat berdan
12 kanûn, 2024   19:30
QAMIŞLO

Li gorî qanûna Hevpeymana Civakî ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û piştî şopandina biryara (13) a 2024ˋan a ji Meclisa Gelan a Demokratîk hatiye dayîn, Meclisa Gelan a kantona Cizîrê efûyeke giştî ji bo tevahî sûcên beriya 8ˋê Kanûna 2024ˋan hatine kirin ku ji 6 madeyan pêk tê, derxist.

Dadgehên edaletê yên li kantona Cizîrê li gorî biryara efûyê ya ku îro ketiye pratîkê dest bi serbestberdana kesên sûd ji efûyê wergirtine kir. Bi wê re îro komek ji girtiyan hat berdan û dê di çend rojên din de yên mayî jî werin berdan.

(fr)

ANHA