MSDˊê têkildarî nêzîkbûna Tirkiye û Şamê hişyarî da
Siyasetmedar û rewşenbîrên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hişyarî li ser xeteriyên hewldana nêzîkbûna dewleta Tirk a dagirker bi hikumeta Şamê re li ser sûriyeyiyan û çareseriya krîza Sûriyeyê da.
Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) li Nivîsgeha Nereweyî ya li Reqayê bi rewşenbîran re civiya û astengî û xeteriyên li hember Sûriyeyê nîqaş kirin.
Di civînê de rewşa heyî li Sûriyeyê, sedemên dewamkirina krîzê û bandora destwerdanên derve li ser rêveçûna çareseriya siyasî hatin nîqaşkirin.
Endamên MSDˊê di civînê de nêrîna MSDˊê bo pêşeroja welat pêşkêş kir û diyar kir ku divê diyaloga sûriyeyî-sûriyeyî bi tevahî hêzên li hundir û derveyî welat re pêk bê.
Beşdaran li ser doza penaberên Sûriyeyî û astengiyên li hember wan, bi taybet li gel binpêkirinên dawî li Tirkiyeyê. Her wiha beşdaran anî ziman ku ew bikaranîna dosyaya penaberan weke belgeyeke zextê ya siyasî red dikin û herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li pêş tevan vekiriye.
Beşdaran bal kişand ser bandorên nêzîkbûna navbera dewleta Tirk û hikumeta Şamê de û got dê bandorên xwe li ser gelê Sûriyeyê neyênî bin.
Di civînê de hate gotin divê çareseriyeke mayîne ji krîza Sûriyeyê re were danîn ku pêşerojeke demokrat û îstîqrar misoger be.
Di dawiyê de banga xurtkirina hevgirtin û xebata hevbeş di nava tevahî aliyên Sûriyeyê de hate kirin ku ji vê krîzê derkevin û armancên xwe yên azadî û rûmetê misoger bikin.
(fr)