Bi hinceta serkeftina Hollandayê pîroz kirine MÎT’ê 6 kes revandin

Li Efrînê 6 kesên serkeftina tîma Hollandayê li hemberî ya Tirkiye di turnuvaya Euro 2024 de pîroz kir, ji aliyê MÎT’a Tirk ve hatin revandin.

Bi hinceta serkeftina Hollandayê pîroz kirine MÎT’ê 6 kes revandin
7 tîrmeh, 2024   15:06
NAVENDA NÛÇEYAN

Li bajarê Efrînê ji ber serketina tîma neteweyî ya futbolê ya Hollandayê li hemberî ya Tirkiyeyê di turnuvaya UEFA Euro de pîrozbahî hatin lidarxistin. 

Li gorî agahiyên ku çavkaniyên xwecih dane, MÎT’a dewleta Tirk li navenda bajarê Efrînê bi ser çayxaneyên de girt ku pîrozbahî lê dihatin kirin û 4 kes revandin.

Her wiha 2 welatiyên din jî ji ber parvekirinên xwe yên li ser Facebookê yên têkildar mijarê, hatin revandin.

(bb)