Meclisa Jinan mekanîzmaya sazkirina Hevpeymana Civakî ya jinan nîqaş kir

Meclisa Jinan a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi armanca avakirina lijneya sazkirina Hevpeymana Civakî ya taybet bi jinan civînek li Hesekê li dar xist.

Meclisa Jinan mekanîzmaya sazkirina Hevpeymana Civakî ya jinan nîqaş kir
7 tîrmeh, 2024   16:55
NAVENDA NÛÇEYAN

Di civînê de 130 endamên ji rêxistin û tevgerên jinan ji tevahî pêkhateyên herêmê beşdar bûn.

Jinên beşdarî civînê de bûne teqezî li ser girîngiya sazkirina Hevpeymana Civakî ya jinan û avakirina komîteyeke biçûk ku destkeftiyên jinan biparêze û mafên wê di tevahî aliyên jiyanê de misoger bike.

Jinan bal kişand ser sazkirina vê hevpeymanê û got armanca vê hevpeymanê stratejiyeke xebata jinan a hevbeş li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê were danîn, mekanîzmayeke bingehîn û yekgirtî ji bo hêviyên jinan li tevahî Sûriyeyê were danîn.

(fr)