Moskov 53 balafirên mirov anîn xwarê û Kievê êrişek têk bir

Wezareta Parastinê ya Rûsyayê destnîşan kir ku wê li herêma Satarov ku tê de baregeha leşkerî ya hewayî ya Rûsyayê heye, balafirek bêmirov anî xwarê.

Moskov 53 balafirên mirov anîn xwarê û Kievê êrişek têk bir
5 nîsan, 2024   17:35
NAVENDA NÛÇEYAN

Tevgera leşkerî ya Rûsyayê di Ukraynayê de didome. Her aliyek jî hewl dide li ser erdê destkeftiyan bi dest bixe.

Herî dawî Moskovê ragihand ku wê 53 balafirên bêmirov ên Ukraynayê ku berê xwe dabû herêmên Rûsyayê anîn xwarê.

Wezareta Parastinê ya Rûsyayê diyar kir ku di şev û sibeha 5'ê Nîsanê de hewldanên êrişên bi rêya balafirên bêmirov ên Ukraynayê hatin têkbirin. Di encamê de 53 balafirên bêmirov hatin xwarê, ji wan 44 li herêma Rostov a başûrê Rûsyayê bûn.

Her wiha wezaretê destnîşan kir ku artêşa Rûsyayê li herêma Saratov ku tê de baregeha leşkerî ya hewayî ya mûşekên stratejîk a Rûsyayê heye û li herêmên Kursk, Belgorod û Krasnodar balafirên bêmirov anîn xwarê.

Hakimê kantona Rostov dabû zanîn ku vê berbangê yekîneyên parastina hewayî yên Rûsyayê êrişeke berfireh a Ukraynayê li dijî herêma Morozovsk a kantonê têk bir û li wê herêmê zêdetirî 40 armancên hewayî hatin hedefgirtin û di encama êrişê de zirar gihîşt stasyoneke nesereke ya kehrebeyê.

Hemwextî wê, artêşa Ukraynayê ragihand ku wê şeva borî 13 balafirên bêmirov ên Rûsyayê ku hewl didan li dijî herêmên başûr êrişan pêk bînin, anîn xwarê.

Artêşa Ukraynayê balafirên bêmirov li herêmên Zaporizhzhia, Odesa û Dnipropetrovsk anîn xwarê. Rûsyayê di êrişa xwe de 2 mûşekên S-300 û S-400 û 3 mûşekên palîstî yên Iskander-M bi kar anîn.

Hêzên Ukraynayê dan zanîn ku di êrişan de binesaziya enerjiyê ya herêma Odesa hedef girtibû lê belê parastina hewayî her 4 balafirên bêmirov anîn xwarê.

Berpirsên xwecih diyar kirin ku di encama êrişa li bajarê Kharkiv ê rojhilayê Ukraynayê de teqîn rû dan.

Hakimê herêmê da zanîn ku zirar gihîşt 4 erebeyan û avahiyeke 5 qatî û heta sibeha roja înê der barê hebûna birîndar de tu agahî nehatine bidestxistin.

(mh)