Desteya Hundirîn a Cizîrê civîna salane li dar xist

Desteya Hundirîn a Kantona Cizîrê civîna xwe ya salane li bajarê Qamişloyê li dar xist. Di civînê rewşên siyasî û rêxistinî hatin nirxandin.

11 kanûn, 2025   16:34
QAMIŞLO

Desteya Hundirîn a Kantona Cizîrê li Navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo ya bajarê Qamişloyê civîna xwe ya salane li dar xist.

Di civînê de nûnerên Rêveberiya Xweseritya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, 250 endamên Desteya Hundirîn a Kantona Cizîrê (Hêzên Ewlekeriya Hundirîn, Hêzên Ewlekariya Hundirîn-Jin û saziyên girêdayî wê, Mudîriyeta Trafîkê,  Mudîriyeta Veguhestinê) amade bûn.

Civîn bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir, piştre Şêwirmenda Meclisa Rêveber a Katona Cizîrê Jiyan Dêrik axivî. Jiyanê bi xêrhatina amadebûyan kir, serkeftin ji wan re xwest, û pêşdeçûnên siyasî yên li herêmê û giştî nirxandin.

Piştî axaftinê rapora salekê bi zimanê Kurdî û Erebî ji aliyê endamê rêveber ê Dîwana Desteya Hundirîn a Katona Cizîrê Azad Ehmed û endama Dîwana Desteya Hundirîn a Kantona Cizîrê Sara Ebdo ve hat xwendin. Têkildarî xebatên desteyê senîvizyonek hate pêşandan.

Dûre rewşa rêxistinî û meslekî ya desteyê li ber çapemeniyê girtî dewam kir. Li gorî agahiyên komîteya amadekar dê civîn bi daxuyaniyekê bi dawî bibe.

(re/fr)

ANHA