Misrê bang li Îsraîlê kir ku ji başûrê Lubnanê vekişe

Misrê bang li Îsraîlê kir ku ji 5 nuqteyên li hundirê Lubnanê vekişe û diyar kir ku kargehên wê amade ne tev li xebata jinûve avakirina başûrê Lubnanê bibin.

Misrê bang li Îsraîlê kir ku ji başûrê Lubnanê vekişe
2 mijdar, 2025   17:40
NAVENDA NÛÇEYAN

Serokwezîrê Misrê Mistefa Medbolî di civîneke çapemeniyê ya bi hempîşeyê xwe yê Lubnanê Newaf Selam re li Qahîreyê de bang li Îsraîlê kir ku ji 5 nuqteyên li hundirê xaka Lubnanê vekişe û Misr hebûna Îsraîlê li Lubnanê red dike.

Medbolî diyar kir ku kargehên Misrê ji bo beşdariya xebata jinûve avakirina başûrê Lubnanê de amande ne û destnîşan kir ku têkiliyên dualî di navbera Qahîre û Beyrûtê de bi pêş dikevin.

Di dewama daxuyaniya xwe de Medbolî anî ziman ku Komîteya Hevbeş a Misrê-Lubnanê dê civîna xwe ya 10ˊan li Beyrûtê di Kanûna bê de, ji bo pêşxistina hevkariyê di warên aborî, enerjî û pevguherîna bazirganiyê de li dar bixe.

Li aliyekî din jî serokwezîrê Lubnanê spasiya piştgiriya Qahîreyê ji Lubnanê re û hewlên wê yên pêkanîna îstîqrarê û destekdayîna alîkariyên mirovî ji bo Şerîda Xezayê, kir. Serokwezîrê Lubnanê welatê wî bi hêvî ye di hemû waran de hevkariyeke zêde bi Misrê re bike.

(fr)