Misrê 423 barhilgirên alîkariyan şandin Xezayê

Misrê bi rêya Heyva Sor a Misrê 423 erebeyên barhilgir ên alîkariyên mirovî ber bi Xezayê ve şandin.

 Misrê 423 barhilgirên alîkariyan şandin Xezayê
26 cotmeh, 2025   21:57
NAVENDA NÛÇEYAN

Misrê 423 erebeyên barhilgir ên alîkariyên mirovî ku ji 10 hezar ton pêk tê (zêdetirî 300 hezar pakêtên xwarinê, 540 ton ard, zêdetirî 3 hezar ton pêdiviyên bijîşkî û hezar û 800 ton madeyên petrolî) şandin Xezayê.

Girêdayî wê, tevgera Hemasê bang li navberkaran kir ku zextê li Îsraîlê bikin da ku derbaskirina alîkariyan hêsan bike.

Hemasê diyar kir ku pêdiviya şerîaya Xezayê bi nêzî 6 hezar erebeyên barhilgir ên rojane heye. Di navbera 18 û 23'ê Cotmehê de jî 2 hezar û 62 erebeyên barhilgir bi rêya sînorê Misrê derbasî Xezayê bûne.

Ev alîkarî di çarçoveya peymana agirbestê de ye, ya ku serokê Amerîkayê Donald Trump pêşniyar kiribû.