Di êrişên li ser Serêkaniyê û Girê Spî de 4 rojnamevan şehîd bûn

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê bi armanca ku kiryarên xwe yên hovane binixumîne û rê nede ku werin teşhîrkirin, rasterast rojnamevanan kirin hedef û 4 rojnamevan şehîd bûn.

Di êrişên li ser Serêkaniyê û Girê Spî de 4 rojnamevan şehîd bûn
11 cotmeh, 2024   05:10
NAVENDA NÛÇEYAN

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê di Cotmeha 2019’an de êrişên Serêkaniyê û Girê Spî dabûn destpêkirin. Di encama êrişan de gelek kes şehîd bûn an jî birîndar bûn û bi hezaran jî ji cih û warên xwe bûn. Rojnamevanan jî hovîtiya ku li van herêman hate kirin bi pênûs û kameraya xwe bi raya giştî ya cîhanî re parve kirin.

13ˈê Cotmehê dema ku karwanê gel ê kantona Cizîrê ji bo piştgiriya berxwedana Serêkaniyê ya li hemberî êrişên dagirkeriyê diçû Serêkaniyê, dewleta Tirk a dagirker bi balafiran karwanê piştgiriyê kir hedef. Di encamê de nûçegihanê ajansa me Seed Ehmed û Wedat Erdemic dema ku bûyer dişopandin şehîd bû. nûçegihanê Çira TV’yê Mihemed Hisên Reşo bi giranî birîndar bû û rojekê piştî êrişê şehîd bû.

Di heman rojê de, li bajarê Girê Spî jî dewleta Tirk erebeya rojnamevanên ku êriş dişopand kir hedef. Di encamê de rojnamevan Dilovan Gever şehîd bû.

Rojnamevanan di nava 2 hefteyên berxwedna Rumetê de bi sedan çîrok û nûçeyên li Serêkaniyê û Girê Spî ragihandin parve kirin û belge kirin.

Li gorî amarên Komîteya Parastina Rojnamevanan, Sûriye welatê 2'yemîn e ku di sedsala dawîn de berpirsa ji sedî 80 sûcên qetilkirina rojnamevanan e.

Rojnamevanên ku êrişên dagirkeriyê yên li ser Serêkaniyê û Girê Spî û berxwedana gel dişopandin, ji ajansa me re axivîn.

ˈDEWLETA TIRK PÎVANÊN ŞER BIN PÊ DIKEˈ

Nûçegihanê Tora RTˈyê Mihemed El Hesen diyar kir ku şopandina êrişan gelekî zehmet bû û got: "Ketina hundirê Serêkaniyê û şopandina êrişên li ser bajêr tiştekî ne gengaz bû, ji ber ku top bi awayekî ketober dihatin barandin. Dewleta Tirk hemû qanûnên şer binpê kirin."

Hesen hedefkirina karwanê sivîlan jî bi bîr xist û wiha domand: "Baş tê bîra min, karwaneke sivîlan a ji Til Temirê ji bo piştgiriya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) berê xwe da bajarê Serêkaniyê. Dewleta Tirk a dagirker rasterast karwanê piştgiriyê kir hedef. Di encamê de 2 nûçegihanan jiyana xwe ji dest da."

Hesen diyar kir ku hedefgirtina rojnamevanan siyaseta bi salan a dewleta Tirk a dagirker e ku di şerê Sûriyeyê de bi kar tîne û got: "Çi li ser erdê çi jî li ser medyaya dîjîtal ew wan hedef digire û hewl dide wan bê deng bike da ku sûcên wê aşkera nebin."

ˈBI ZANEBÛN ROJNAMEVNAN DIKIN ARMANCˈ

Rojnamevan Ekrem Salih jî bal kişand ser rewşa rojnamegeriyê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û wiha pê de çû: "Ev 10 sal e em di şopandina şerên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de zehmetiyan dikişînin. Hem DAIŞ û hem jî dewleta Tirk bi zanebûn rojnamevanan dikin hedef. Mînak; di şerên li Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî de dagirkeran balafirên şer û yên bêmirov li dijî rojnemavan û sivîlan jî bi kar dianîn. Bi êrişên li ser rojnamevanan de dixwazin hemû belge û îsbatên ku kiryarên Tirkiyeyê teşhîr dikin, ji holê rakin."

Salih diyar kir ku civata navneteweyî û çapemeniya cîhanê sûcên dewleta Tirk a dagirker ên li Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî paşguh dikin û got: "Şerê dewleta Tirk ê li dijî Bakurê Sûriyeyê ji şerê li Xeza û Ukraynayê ne kêmtir e. Nexasim ku niştecihên resen ên vê deverê bi darê zorê hatin koçberkirin û li wan herêman guhertina demografîk hat pêkanîn."

ˈEGER QALA HERÊMA EWLE DIKE, BILA DESTÛR BIDE ROJNAMEVANANˈ

Rojnamevana CANAL 8 Evîn Şêxmûs jî ku êrişên li ser Serêkaniyê dişopandin, diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker di êrişên xwe de rêbazeke wiha dide meşandin ku tevgera sivîlan bi temamî rawestîne û got: "Rojnamevan jî armanca balafir û topan in. Rewş ji bo me wek rojnamevan pir zehmet bû. Bi hezaran welatî tên koçberkirin, bi awayekî ketober her tevgerek dihat hedefkirin.”

Evîn Şêxmûs wiha domand: "Eger dewleta Tirk îro li ser aramî û ewlehiya deverên Sûriyeyê yên ku wê dagir kirine diaxive, bila rê bide dezgehên ragihandinê da ku derbasî wir bibin. Lê li wan deveran ji binpêkirinên rojane ku ji aliyê çeteyên Tirkiyeyê ve têne kirin, tiştek tune ye."

Her wiha dewleta Tirk a dagirker 20ˈê Mijdara 2022ˈyan rasterast nûçegihanê ajansa me Îsam Ebdullah ê êrişên wê yên li dijî gundên Qereçox ên Dêrikê dişopandin, kir hedef û ew şehî xist. Di heman rojê de nûçegihanê Stêrk TV’yê Mihemed Cerade dema êrişên li ser taxa Kobanêya Nû, taxa Kaniya Kurdan, gundê Qeremox û girê Miştenûrê dişopandin, birîndar kir.

Di 23'yê Tebaxa 2023ˈyan de dewleta Tirk a dagirker bi balafireke bêmirov erebeya ekîpa Jin TV’yê bombebaran kiribû. Di encamê de xebatkarê kanalê Necmedîn Feysel şehîd bû û rojnamevan Delîla Egîd birîndar bû.

(mh/bb)

ANHA