Dewleta Îranê 10 sal cezayê girtîgehê li du mamosteyên Kurd birîn

Rêxistina Mafên Mirovan a Kurdistanê ragihand ku li Îranê 10 sal cezayê girtîgehê li du mamosteyên Kurd hatiye birîn.

 Dewleta Îranê 10 sal cezayê girtîgehê li du mamosteyên Kurd birîn
27 cotmeh, 2023   20:46
NAVENDA NÛÇEYAN 

Rêxistina Mafên Mirovan a Kurdistanê ragihand ku ji bo 2 mamostayên zimanê kurdî yên ji bajarê Sineyê cezayê girtîgehê hatiye dayîn. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku ji bo endama Meclisa Çandî-Civakî ya Nûjîn Sîrwa Pûr Mihemedî û çalakvanê sivîl ê bajarê Sine û endamê Meclisa Çandî-Civakî ya Nûjîn Îdrîs Mînberî, her yekê 10 sal cezayê girtîgehê hatiye dayîn.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku Sîrwa Pûr Mihemedî û Idrîs Mînberî, mamostayên zimanê kurdî ne ku bi awayekî xwebexş perwerdeya kurdî didin.

Sala borî jî ji aliyê dadgehên Îranê ve 10 sal cezayê girtîgehê li endama Meclisa Çandî- Civakî ya Nûjîn Zara Muhammedî hatibû birîn û piştre kiribûn 5 sal.

Zara Muhammed piştî ku salekê di girtîgehê de ma, ji ber bertekan bêyî agahiya malbat û parêzerên wê hatibû berdan.