Milîsên HBDH'ê li Amedê çalakiyek kir

Milîsên Yilmaz Behrareş ên HBDH'ê ragihand ku li navçeya Rêzan a Amedê li hemberî wesayiteke polîsan a zirxî çalakiyeke bombeyî kirine.

Milîsên HBDH'ê li Amedê çalakiyek kir
31 cotmeh, 2023   11:31
NAVENDA NÛÇEYAN

Milîsên Yilmaz Behrareş ên Tevgera Şoreşê ya Yekbûyî ya Gelan (HBDH) daxuyaniyek weşand û got, "Şeva 26'ê Cotmehê ji bo bîranîna Şehîd Yilmaz Behrareş (Osman Nûrî Ocakli) em bi ser dijmin ve çûn. Li Amed/Baglarê li hemberî wesayiteke zirxî ya li dewriyeyê digeriya me êrişeke bombeyî kir."

Milîsên HBDH'ê gotin, "Bi teqîna bombeyan re polîs ketin nava panîkeke mezin û bi lez ji cihê bûyerê reviyan."