YRA`yê ji bo Silêman Ehmed bang kir

Yekîtiya Ragihandina Azad binçavkirina rojnamevan Silêman Ehmed şermezar kir û bang li sendîka û dezgehên çapemeniyê yên herêmî û navneteweyî kir ku ji bo berdana Ehmed bikevin nava liv û tevgerê.

YRA`yê ji bo Silêman Ehmed bang kir
YRA`yê ji bo Silêman Ehmed bang kir
YRA`yê ji bo Silêman Ehmed bang kir
31 cotmeh, 2023   12:17
QAMIŞLO

Yekîtiya Ragihandina Azad (YRA) têkildarî mijarê li pêşiya Navenda Mihemed Şêxo ya Çand û Hunerê ya li bajarê Qamişlo bi beşdariya hejmareke rojnamevan daxuyanî da. Rojnamevanên tevlî daxuyaniyê bûne, wêneyên rojnamevan Silêman Ehmed rakirin.

Daxuyanî ji aliyê endamên Desteya Rêveber a YRA`yê Canê Xemgîn û Evîn Îbrahîm ve hat xwendin.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku Silêman Ehmed bi destpêkirina Şoreşa Rojava-Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re li cihê lê ji dayîk bûye (Efrînê) dest bi xebatên ragihandinê kir û bi pênûs û kameraya xwe dengê şoreşê ji raya giştî re ragihand.

Di daxuyaniyê de hat bibîrxistin ku piştî dagirkirina Efrînê di 2018'an de Silêman Ehmed berê xwe da Başûrê Kurdistanê û di nava xebatên çapemeniya azad û bi taybet di ajansa Rojnewsê ya li bajarê Silêmaniyê de cih girt û wiha dewam kir: “Ev çend sal in Silêman bi belgeyên fermî li Başûrê Kurdistanê bi cih dibe û xebata xwe didomîne. Bi heman belgeyan jî demek berê ji bo serdana malatê di deriyê Sêmalka (Pêş Xabûr) re derbasî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bû. Lê 25'ê Cotmehê dema xwest di heman rêyê re vegere ser karê agahiya malbat û hevalên wî jê qut bû. Piştî çend rojan hate zanîn ku ji aliyê desthiladariya Hewlêrê ve hatiye girtin.”

YRA`yê hikumeta Başûrê Kurdistanê wekî berpirsa rewşa Silêman destnîşan kir û diyar kir ku girtina Silêman li derveyî pîvan û yasayên mafên mirovan û xalên wê yên têkildarî parastina rojnamevanan ne.

YRA`yê girtina endamê Rojnewsê Silêman Ehmed şermezar kir û piştevaniya xwe bi Silêman û ajansa Rojnewsê re nîşan da. Her wiha bang li rojnamevanên Başûrê Kurdistanê, sazî û dezgehên parastina mafên rojnaemvanan û di serî de Yekîtiya Rojnamevnan a Navdewletî, Rojnamevanên Sînornenas û Komîteya Parastina Rojnamevanan kir ku ji bo berdana Silêman Ehmed erka xwe pêk bînin. YRA`yê bang li hikumeta Başûr jî kir ku dawî li zext û binpêkirinên li dijî rojnamevanan bîne û Silêman Ehmed di zûtirîn dem de berde.

(c)

ANHA