Gelo bi rastî desthilata Şamê birêvebirina Efrînê wergirtiye?

"Ev herêm ne girêdayî me ye" bi vê hevokê, serokwekîlê veguhastina mamosteyan di Mûdîriyeta Perwerdê ya Helebê ya desthilata Şamê de sedema redkirina bi dehan xwestekên mamosteyan, ji bo ku di dibistanên Efrînê de kar bikin, bersiv da.

Gelo bi rastî desthilata Şamê birêvebirina Efrînê wergirtiye?
Gelo bi rastî desthilata Şamê birêvebirina Efrînê wergirtiye?
Gelo bi rastî desthilata Şamê birêvebirina Efrînê wergirtiye?
Gelo bi rastî desthilata Şamê birêvebirina Efrînê wergirtiye?
18 gulan, 2025   06:15
HELEB
MIHEMED EBDO

Di dîmeneke nakok de ku li ser dezgehên çapemeniyê ya têkildarî tesmîlkirina desthilata Şamê ya kar û barên rêveberî û saziyan li bajarê Efrînê ya dagirkirî de, gelek mamosteyên serî li Mûdîriyeta Pewerdê ya Helebê dane diyar kir ku daxwazên wan ên karkirina li Efrîna dagirkirî hatine redkirin.

CUDAHIYA DI VEVGUHASTINA MAMOSTEYAN

Li gorî nûçegihanê ku agahiyên xwe dispêre mamosteyên serlêdan kirine, serokwekîlê mûdîriyetê got sedema redkirina daxwazên dikevin çarçoveya "herêm hîna neketiye bin kontrola hikumetê" û mûdîriyetê hîna rêveberiya dibistanan ku tê de bi zimanê Tirkî tê xwendin, hîn wernegirtiye.

Ev yek, ruxmî ku Wezareta Perwerdê ya desthilatê Şamê di 9’ê Sibatê de ragihandibû ku tedbîrên veguhastina mamosteyan bi dawî kiriye û hejmareke mezin a mamosteyan vegerîne, pêk tê.

DI DAXUYANÎ Û RASTIYÊ DE NAKOKÎ HENE

Mamosteya bi navê S.M. ku mamosteyê di perwerdehiya hikumetê de dike ji nûçegihanê me re got ger artêşa dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ji Efrînê derketine, ew ê vegere bajarê xwe yê Efrînê. S.M. anî ziman ku ji tedbîrên wê girtine ku rapirsîn li ser dema veguhastinê kiriye.

S.M. diyar kir ku daxwaza wê jî weke ya kesên din hat redkirin û anî ziman ku ev yek bi daxuyaniyên heyî yên hikûmetê yên der barê vegerandina herêman ji destê komên çete yên girêdayî artêşa dagirker a Tirkiyê, ku hîn jî li ser axa Sûriyê bi cih bûye, nakok e.

Desthilata Şamê di 6’ê Sibatê de ragihand ku ew li bajarê Efrînê belav bûye, lê gelek çavdêran diyar kir ku ev gaveke "şeklî ya balkişandinê" ye û tiştek ji şêniyan re nehat pêşkêşkirin. Çeteyên heyî jî heman çeteyên girêdayî dewleta Tirk a dagirker in, tenê wan cilên xwe bi cilên "Ewlekariya Giştî" guhertin.

S.M. destnîşan kir ku ew li hember hin reftarên ku li Mûdîriyeta Perwerdê ya Helebê pêk hatine matmayî ma, mîna dema mela azan bide, divê karmendan dev ji karê xwe berdin û nimêj bikin û got ev reftar derveyî bingehên hemwelatiya wekehv in, ji ber ku civaka Sûriyeyê ji gelek olên civakî û çandî pêk tê.

S. M. Anî ziman ku gelek Baas’iyên şovenîst hene ku ji kar nehatine derxistin, lê belê di roj û şevekê de berê xwe da vê desthilata heyî.

(aq/fr)