Mijarên sereke yên rojnameyên erebî

Rojnameyên erebî di weşanên xwe de cih da guhertina qanûnî ya li Iraqê, dan û standinên Hemas û Îsraîlê û şandina moşekên menzîlkurt ji Rûsyayê re ji aliyê Îranê ve.

Mijarên sereke yên rojnameyên erebî
7 îlon, 2024   10:34
NAVENDA NÛÇEYAN

‘HEWLDANÊN JI BO GUHERTINA YASAYA REWŞA KESANE LI IRAQÊ MEZHEBPERESTIYÊ DISEPÎNE’

Hêzên şîe yên li parlamentoya Iraqê guhertinek ji bo Yasaya Rewşa Kesane ya hejmar 188 a sala 1959’an pêşkeşî parlamentoyê kir.

Rojnameya El Ereb a Londonê cih da hewldanên guhertina Yasaya Rewşa Kesane ku ev demek e di rojeva parlamentoya Iraqê de ye. Rojnameyê diyar kir ku hewldanên guhertina Yasaya Rewşa Kesane dide nîşandan ku hêzekê dide aliyên mezhebên olî ku civaka Iraqê ji nû ve saz bikin, her wiha diyar dike ku rola dewletê bi paş dikeve.

Hate diyarkirin ku pêkanîna vê yasayê dê encamên xirab bi xwe re bîne ku parçebûna li Iraqê zêdetir bike.

Rojnameyê diyar kir ku guhertina yasayê dê mafên jin û zarokan sînordar bikin, mafê xwedîtiyê ji dayikan tê standin û zewaca zarokan rewa dike.

Di dewama nûçeyê de hate gotin: "Diyar e ku armanca aliyên şîe ji vê yekê ew e ku sîstemeke birêxistinkirî ya li gorî girêdana taîfî û etnîk were avakirin. Ev dê bihêle taîfe di navbera welatî û dewletê de navbeynkar bin, ji nûnertiya siyasî bigire heta bigihêje mafên girêdayî zewacê, xwedîkirina zarokan û kar û barên malbatî. Guhertina qanûna 1959’an bi forma hatiye pêşniyarkirin, dê taybetmendiyeke sazûmanî bide parçekirina Iraqê li gorî taîfeyê. Ew jî dê bi xwe re desthilateke din li kêleka desthilata dewletê ava bike. Heta radeyekê ev dişibe tiştê bi hêzên Heşdî Şebî re çêbûye; dema mijar ewlehî be, ew hêzeke paralel e.”

‘PÊŞNIYARA AMERÎKAYÊ Û PIRSGIRÊK NEÇARESERKIRÎ NE: NÎŞANEYÊN GURBÛNA ŞER’

Rojnameya El Exbar a Lubnanê têkildarî dan û standinên agirbesta li Xezayê di nûçeya xwe de diyar kir ku li ser lihevkirina guhertina dîlgirtiyan û agirbestê, her kes bedbîn e.

Rojnameyê destnîşan kir ku "pêşniyara çareseriyê" ku di çend rojên dawîn de rojev bû, xuya ye ku di 2 rojên bê de behsa wê nayê kirin, nemaze ku çaverê bû duh yan jî îro bihata pêşniyarkirin. Ev jî agahiyan piştrast dike ku pirsgirêkên di dan û standinan de çareser nebûne û tu pêşketineke cidî nîn e.

Rojnameyê ku agahiyên xwe ji çavkaniyan wergirtine, wiha nivisî: "Hemasê daxwaza serbestberdana heman hejmara dîlgirtiyan dike ruxmî ku hejmara dîlgirtiyên sax ên Îsraîlê kêm bûye. Xuyaye tu lihevkirin di asoyan de tune ne. Ji ber ku her aliyek pê dihese ku aliyê din naxwaze li hev bike. Îsraîl her tim hewl da lihevkirin çênebe. Dan û standinên niha têne kirin, ne cidî ne, ji ber ku ne bi Hemasê re ne lê bi Washington û navbeynkaran re ne.”

‘ÎRAN BI MOŞEKÊN BALÎSTÎK XETA SOR A ROJAVA LI UKRAYNAYÊ DERBAS KIR’

Tora nûçeyan a El Eyn, daxuyaniya rayedarên amerîkî û ewropî parve kir ku Îranê bi şandina moşekên balistîk ên menzîlkurt ji Rûsyayê re, “di şerê li dijî Ukraynayê de amûreke din a leşkerî ya xurt da Moskovê".

Torê diyar kir ku hêzên rojavayî hişyariyên cidî dan aliyên ku dê çekan bidin Moskovê. Her wiha da zanîn ku rayedarên ewropî gotine Washingtonê li ser tevgerên Îranê hevalbendên xwe agahdar kirine.

Li gorî rojnameyê ev gava Îranê dê bandorê li hêviyên hikumeta nû ya Îranê bike ku nakokiyên bi rojava re kêm bibin. Serokê Îranê Mesût Pizîşkiyan got ew hêvî dike ku di sivikkirina cezayên Ewropa û DYA`yê de bi ser bikeve û aboriya xwecih bi pêş bixe.

Ayetullah Alî Xamînayî û Pasdarên Îranê çavdêriya têkiliyên leşkerî yên di navbera Îran û Rûsyayê de dikin. Adarê serokên dewletên ‘G7’an hişyarî dan ku heke Îran moşekan bide Rûsyayê dê cezayên din lê ferz bikin.

(şx)