Çeteyan 4 şênî revandin

Çeteyên dewleta Tirk a dagirker li Efrînê 4 şênî revandin.

Çeteyan 4 şênî revandin
7 îlon, 2024   10:38
NAVENDA NÛÇEYAN

Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyeyê ragihand ku çeteyên dewleta Tirk a dagirker roja çarşemê Idrîs Hisên Henan (51) û Henan Hisên Henan (39) yên ji bajarokê Bilbilê revandine. 

Rêxistinê destnîşan kir ku çeteyên "Polîsên Leşkerî" 31’ê Tebaxê Heyder Henîf Omer (37) ê ji gundê Ereb Wêran ê bajarokê Şeraye ku li taxa Eşrefiyê ya Efrînê dimîne, revand û bir cihekî nediyar.

Li gorî rêxistinê çeteyên Sultan Murad jî 1’ê Îlonê Nûrî Mûsa Mûsa ê ji bajarê Efrînê revandiye.

(bb)