Mîhrîcana Osman Sebrî ya Wêjeyî ya 8ˊemîn dest pê kir

Mîhrîcana Osman Sebrî ya Wêjeyî ya 8`emîn dest pê kir, temaya pêşbirka îsal pirtûkên şanoyê û wê heya 5ˊê Mijdarê bidome.

3 mijdar, 2025   20:56
QAMIŞLO

Mîhrîcana Osman Sebrî ya Wêjeyî ya 8ˊemîn a ku her 2 salan ji bo bîranîna helbestvan, siyasetmedar û nivîskarê kurd Osman Sebrî ji aliyê Desteya Çandê ya Kantona Cizîrê û Dîwana Wêjeyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ya Herêma Cizîrê ve tê orgenîzekirin, dest pê kir.

Mîhrîcan li hola navenda Tevgera Çand û Hunera Demokratîk a Mezopotamya (TEV-ÇAND) ya li bajarê Qamişloyê bi amadebûna rewşenbîr, nivîskar, helbestvan, nûnerên Rêveberiya Xweser, Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) û şêneyên bajêr, dest pê kir.

Mîhrîcanê bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir, piştre li ser navê Rêveberiya Xweser Hevseroka Meclisa Rêveber a Kantona Cizîrê Vîviyan Beho axivî û bixêrhatina haziran kir.

Vîviyan Beho anî ziman ku "Ev mîhrîcan ji bo xelatkirina wêjevan û mîrateya wêjeyî tê lidarxistin, ne tenê ji bo bîranîna Osman Sebrî ye. Lê Osman Sebrî di wijdana me de jiyan dike."

Vîviyan got: “Osman Sebrî bi wêjeyê nasname parast, û îsbat kir ku çand ji jibîrkirinê xurttir e.“

Vîviyan Beho di dawiyê de spasiya aliyê ku mîhrîcan bi rêxistin kir, her wiha kesên ku beşdarî mîhrîcanê bûne, kir.

Endama Rêveberiya Dîwana Wêjeyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û endama komîteya amadekar Botan Hoşê axivî û bi xêrhatina hemû kesên hazir kir û diyar kir ku mîhrîcana Osman Sebrî ya îsal ku li ser beşê şanoyê ye, wê di van sê rojan de nîqaşên li ser şanoyê werin kirin,  panel û semîner werin dayîn.

Botan Hoşê got: “Em vê mîhrîcanê û van çalakiyan ji bo siberoja geş a Rojavayê Kurdistanê li dar dixin."

Piştî axaftinan senevîzyonek der barê jiyana Osman Sebrî û mîhrîcana 1`emîn heya mîhrîcana 8`emîn hate pêşandan, piştî pêşandana senevîzyonê Koma Pale stranên girêdayî folklora Kurdî gotin.

Di dawiyê de Koma Şanoyê ya Reqayê kurteşanoyek bi navê (أنا سوري),(Ez Sûriyeyî me) pêşkêş kir. Kurteşano bal kşand ser rewşa gelê Sûriyê di demên heyî de.

Mîhrîcana Osman Sebrî ya Wêjeyê ya 8`emîn, ji 3`Mijdarê heya 5`ê Mijdarê dewam dike. Di roja duyemîn a mîhrîcanê de semînera bi serenavê “Rexneya Şanoyê“ ji aliyê mamoste Ebdulmecîd Xelef ve tê dayîn, û wê helbestên bi zimanê Kurdî û Erebî ji aliyê helbestvan Ebdulsemed Mehmûd, Meryem Temir ve werin xwendin.

Dê şanonûsên ku tev lî pêşbirka mîhrîcanê bûne, li ser astên yekemîn, duyemîn û sêyemîn bên xelatkirin. Berhemên ku xelat wergirtine dê ji aliyê komîteya amadekar a mîhrîcanê ve bên çapkirin û belavkirin.

Di Mîhrîcana Wêjeyê ya Osman Sebrî ya 7`emîn de (2023), pêşbirk a helbestan bû.

(re/fr)

ANHA