Hêzên Piştevaniya Lezgîn êrişî bakurê Darfurê kir

Hêzên Piştevaniya Lezgîn bi dronan êrişî bakurê herêma Darfurê kir. Li gorî rapora rêxistineke hiqûqî jî karesata birçîbûna li Sûdanê gihîşt 2 deverên din.

Hêzên Piştevaniya Lezgîn êrişî bakurê Darfurê kir
3 mijdar, 2025   21:20
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî çavkaniyên hikumetê yên xwecihî, Hêzên Piştevaniya Lezgîn bi dronan êrişî herêma Kornoi ya Darfurê kir. Tu agahî der barê zirarê de nehatine zanîn.

Girêdayî wê, rêxistineke ewlekariya xurekê da zanîn ku karesata birçîbûnê gihîştiye 2 deverên din ên Sûdanê, ji wan bajarê Faşir ê Darfurê ye.

(mh/fr)