Mihrîcana Fîlman a Rojava rola jinan di sînemayê de nirixand

Di roja 4`emîn a Mihrîcana Fîlman a Navneteweyî ya Rojava de Sêmînerek li ser"Sînemaya Jinan li Rojhilata Navîn, Lêgerînek Estetîkê" hat lidarxistin.

Mihrîcana Fîlman a Rojava rola jinan di sînemayê de nirixand
16 mijdar, 2025   13:18
QAMIŞLO

5’emîn Mihrîcana Fîlman a Navneteweyî ya Rojava di roja xwe ya 4’emîn de didome. Di roja 4`emîn de semînerek li ser "Sînemaya Jinan li Rojhilata Navîn, Lêgerînek Estetîkê" ku tê de rola jinan di sînemayê hat nirxandin, hate dayîn.

Sêmîner li Navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo a li bajarê Qamişlo ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hate lidarxistin. Nivîskar, hunermend, mêvan û hezkiriyên fîlman û sînemayê beşdar bûn.

Semîner ji aliyê Moderator û derhêner Gulê Welat, Derhêner Elif Yigit, çêker Rojda Şêxo, Sînemeger û lîstikvan Edûlê Şahîn ve hate dayin.

SINEMAYA JINAN Û ESTETÎKA LI ROJHILATA NAVÎN:

Di semînerê de hat diyarkirin ku di karê sînemayê de rewşên zehmet bi taybet zehmetiya ku jin di sînemayê de dikşînin hene, di telvizyonan de sînema gelekî hêsan tê dîtin lê li pişt perdeyan lîstikvan û kesên eleqder gelek zehmetiyan dikşînin. Di nav sîstema dewleta Tirk de sînemaya kurdî gelek biçûk tê dîtin, lê divê jin vê bîrdoziyê ji holê rakin û sînameya kurdî bi rengê jinê nîşan bidin.

CUDAHIYA SÎNAMEYA NETEWA DEMOKRATÎK Û YÊN DEWLETÊN DERVE:

Di semînerê de her wiha rewşa sînemayê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hat nirxandin û hat gotin ku sînemaya kurdî maf û azadiya jinan dide pêş û sînameyê bi zarokan dide hezkirin û dihêle zarok çîrokên cuda li ser dika sînameyê bînin ziman.

Semîner bi nirxandinên beşdaran berdewam kir.

Dê îro danê êvarî ev film werin pêşandan:

Li Navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo

16:00-17:00 : Naharina/Belgefilm

17:30-18:30: Mard Al, Siamak, Ghate/Belgefilm

19:00-20:00: Heza/Belgefilm

20:15-22:00: Adhura Hvaab/Filmê Navneteweyî

Li Navenda TEV-ÇAND

16:00-17:40: Demsala Nan (the Bread Season) /Filmê Kurdî

18:00-19:15: The Elephant Tree/ Filmë navneteweyi

19:30-20:00: Farewell/ Kurtefilm

19:15-22:15: Sîgerar Seîn/Filmê Kurdî

Wê Mîhrîcan heya 20`ê Mijdarê dewam bike.

(re/fk/k)

ANHA