Mîhrîcana Çand û Hunerê ya Rojava dest pê kir
Bi dirûşma "Em peyama xwe ya rewşenbîrî bi hezkirin berdewam bikin, bi sirûda axê û bi tembînameyên cangoriyan bixemilînin" Mîhrîcana Çand û Hunerê ya Rojava ya 10ˈemîn dest pê kir.
Mîhrîcana Çand û Hunerê ya Rojava ya 10ˈemîn ku ji aliyê Hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê (HRRK) ve hatiye organîzekirin, dest pê kir.
Mîhrîcan bi dirûşma "Em peyama xwe ya rewşenbîrî bi hezkirin berdewam bikin, bi sirûda axê û bi tembînameyên cangoriyan bixemilînin" li navenda HRRKˈê ya li Qamişloyê bi beşdariya bi dehan nivîskar, helbestvan, wêjevan, endamên HRRKˈê û saziyên civaka sivîl li dar dikeve.
Hevseroka Desteya Çandê ya Kantona Cizîrê Mariya Ebê ku axaftina destpêkê ya mîhrîcanê kir, bixêrhatina beşdaran kir. Serokê HRRKˈê Ehmed Huseynî jî bixêrhatina beşdaran kir û malavayiya kesên ku destek daye mîhrîcanê kir.
Piştre muzîkjen Kawê Kalê berhemek pêşkêş kir û pêşangeheke wêneyan a şêwekar Hikmen Îbrahîm hat vekirin.
Mîhrîcan dê 10 rojan dewam bike û dê panel û şevbêrkên çîrok û helbestan werin lidarxistin, belgefîlm û şano werin pêşkêşkirin.
(bb)
ANHA