Di Operasyona Ewlehiya Domdar de xendeq û cîhazên elektronîk hatin dîtin

Hêzên Operasyona Ewlehiya Domdar li beşa “Muhacîrat” a kampa Holê xendeq, cîhazên elektronîk, bêtêl, materyalên perwerdeyê yên li gorî fikra tundraw a DAIŞˈê peyda kirin.

Di Operasyona Ewlehiya Domdar de xendeq û cîhazên elektronîk hatin dîtin
Di Operasyona Ewlehiya Domdar de xendeq û cîhazên elektronîk hatin dîtin
Di Operasyona Ewlehiya Domdar de xendeq û cîhazên elektronîk hatin dîtin
Di Operasyona Ewlehiya Domdar de xendeq û cîhazên elektronîk hatin dîtin
Di Operasyona Ewlehiya Domdar de xendeq û cîhazên elektronîk hatin dîtin
Di Operasyona Ewlehiya Domdar de xendeq û cîhazên elektronîk hatin dîtin
Di Operasyona Ewlehiya Domdar de xendeq û cîhazên elektronîk hatin dîtin
Di Operasyona Ewlehiya Domdar de xendeq û cîhazên elektronîk hatin dîtin
8 mijdar, 2024   15:34
HESEKÊ
RÊNAS REMO

Operasyona Ewlehiya Domdar ku ji aliyê YPJ, QSD û Hêzên Ewlekariya Hundirîn ve li kampa Holê û derdora wê hatiye ragihandin, di roja xwe ya sêyemîn de ye.

Hêzên Odeya Operasyona Ewlehiya Domdar di daxuyaniya xwe ya vê sibehê de ragihandibû ku operasyon piştî paqijkirina qadeke berfireh û başûr û bakurê bajarê Holê, îro kete qonaxa xwe ya duyemîn.

Hêzên operasyonê di saetên sibehê de li beşa “Muhacîrat” a jinên DAIŞ’î ya kampa Holê dest bi xebatên lêgerînê kir. Lêgerîn li konan tê kirin û lîsteyên malbatên çeteyên DAIŞˈê yên li kampê ji nû ve tên qeydkirin.

Di beşa “Muhacîrat” de xendeq hatin dîtin ku navenda kampê bi derve ve girê didin. Her wiha materyalên perwerdekirina zarokên çeteyên DAIŞˈê, cîhazên elektronîk û bêtêl hatin dîtin.

Di 2 rojên destpêkê yên operasyonê de 47 çeteyên DAIŞˈê hatibûn girtin. Operasyon li kampê dewam dike.

(bb)

ANHA