Li Qamişlo şahiya îmzekirina 2 pirtûkan

HRRK'ê şahiya îmzekirina 2 pirtûkên bi zimanê Kurdî û Erebî bi beşdariya bi dehan rewşenbîr û wêjevanan li navenda xwe ya li Qamişlo li dar xist.

Li Qamişlo şahiya îmzekirina 2 pirtûkan
Li Qamişlo şahiya îmzekirina 2 pirtûkan
Li Qamişlo şahiya îmzekirina 2 pirtûkan
Li Qamişlo şahiya îmzekirina 2 pirtûkan
Li Qamişlo şahiya îmzekirina 2 pirtûkan
Li Qamişlo şahiya îmzekirina 2 pirtûkan
8 nîsan, 2024   23:05
QAMIŞLO

Di şahiyê de pirtûka nivîskar Mahîn Şêxanî ya bi navê "Yilmaz Guney" û komçîroka helbestvan Xemgîn Remo ya bi navê ˊWerzên Êgirˊ hatin pêşkêşkirin. Her du pirtûk hatin îmzekirin û li beşdaran hatin belavkirin.

YILMAZ GUNEY.. KURTEJIYANA HUNERMENDÊ SERBILIND

Pirtûk ji aliyê helbestvan û çîrokbêj Mahîn Şêxanî ve bi zimanê Erebî hatiye amadekirin. Pirtûk ji 80 rûpelan pêk tê û ji aliyê weşanxaneya Hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê ve hatiye çapkirin. Pirtûk li ser jiyana hunermend û derhênerê sînemayê Yilmaz Guney ji zaroktiya wî heta bi xebat û berhemên wî yên hunerî ye.

WERZÊN ÊGIR

Ew komçîrokên helbestvan Xemgîn Remo bi zimanê Kurdî ye. Pirtûk ji 132 rûpelan pêk tê û her wiha ji aliyê HRRK'ê ve hatiye weşandin. Çîrok ji xeyala nivîskar in, lê xwe dispêrin rastiyê. Li ser zulm û zordestiya li ser gelê Kurd li Bakurê Kurdistanê ye û hin çîrokên li ser rewşa Sûriyeyê piştî 2011'an jî tê de hene.

(mh)

ANHA