Xelkê Hesekê Aram Tîgran bi bîr anî

Xelkê Hesekê bi çalakiyeke hunerî û çandî hunermend Aram Tîgran bi bîr anîn bal keşandin li ser  rola wî ya di huner û çanda Kurdî de.

Xelkê Hesekê Aram Tîgran bi bîr anî
Xelkê Hesekê Aram Tîgran bi bîr anî
Xelkê Hesekê Aram Tîgran bi bîr anî
Xelkê Hesekê Aram Tîgran bi bîr anî
Xelkê Hesekê Aram Tîgran bi bîr anî
Xelkê Hesekê Aram Tîgran bi bîr anî
Xelkê Hesekê Aram Tîgran bi bîr anî
Xelkê Hesekê Aram Tîgran bi bîr anî
Xelkê Hesekê Aram Tîgran bi bîr anî
Xelkê Hesekê Aram Tîgran bi bîr anî
Xelkê Hesekê Aram Tîgran bi bîr anî
Xelkê Hesekê Aram Tîgran bi bîr anî
Xelkê Hesekê Aram Tîgran bi bîr anî
Xelkê Hesekê Aram Tîgran bi bîr anî
Xelkê Hesekê Aram Tîgran bi bîr anî
8 tebax, 2026   21:52
HESEKÊ

Tevgera Hîlala Zêrîn a Çand û Hunerê li bajarê Hesekê çalakiyek ji bo bibîranîna hunermed Aram Tîgran li dar xist. Di çalakiyê de hejmarek rewşenbîr, hunermend û nûnerên ji pêkhateyên herêmê amade bûn.

Çalakî bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir. Dûre Şêwirmendê Giştîy ê Saziya Civakî û Çandî ya Ermenî Îmad Tataryan bi xêrhatina beşdaran kir û destnîşan kir ku Aram Tîgarn ji tevahî pêkhateyên herêmê re straye û bi dengê xwe Kurd, Ermen û Ereb li hev civandin.

Tataryan diyar kir ku hunermend weke dibistanê hezkirin û jiyana hevbeş bû û bi hunera xwe têkiliyên di navbera civakê de xurt kir.

Rêvebera Tevgera Mezopotamaya ya Çand û Hunerê Gulbihar Qamişlo ji got: “Dengê Aram Tîgran di nava pêkhateyan de êdî bûye sembola azadî û jiyana hevbeş  û mîrasa wî ya hunerî şopek di bîrewariya gelên Kurdistanê de hêla.”

Di çalakiyê de sînevîzyonek li ser jiyana hunermend û têkoşîna wî ya hunerî, şano û stran hatin pêşdanan.

Beşdaran bal kişand ser girîngiya bibîranîna Aram Tîgaran û danasîna nifşên nû bi mîrasa wî ji ber ku yek ji hunermendên evîndarê mûzîkî û çandê dewlemend kiriye, nirxên biratî û jiyana hevbeş xurt kiriye, ye.

(f)

ANHA