Bendava Tişrînê... destana berxwedanê û yekitiya ku bi serkeftinê encam daye

Şerê li bendava Tişrînê bi saya berxwedan û yekitiya pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi ser ket. Di şer de welatiyên sivîl mil bi mil li kêleka QSD'ê destana şerê gel ê şoreşgerî nivîsand û teqez kir ku îradeya gel serkeftinê tîne û destkeftiyan diparêze.

Bendava Tişrînê... destana berxwedanê û yekitiya ku bi serkeftinê encam daye
Bendava Tişrînê... destana berxwedanê û yekitiya ku bi serkeftinê encam daye
Bendava Tişrînê... destana berxwedanê û yekitiya ku bi serkeftinê encam daye
Bendava Tişrînê... destana berxwedanê û yekitiya ku bi serkeftinê encam daye
Bendava Tişrînê... destana berxwedanê û yekitiya ku bi serkeftinê encam daye
Bendava Tişrînê... destana berxwedanê û yekitiya ku bi serkeftinê encam daye
Bendava Tişrînê... destana berxwedanê û yekitiya ku bi serkeftinê encam daye
Bendava Tişrînê... destana berxwedanê û yekitiya ku bi serkeftinê encam daye
Bendava Tişrînê... destana berxwedanê û yekitiya ku bi serkeftinê encam daye
4 ÇILE, 2026   05:55
HESEKÊ
HINAR ÎBRAHÎM

Berxwedana bendava Tişrînê bû nimûneya berxwedana hevbeş a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê. Bendav bû sembola yekitiyê û parastina çavkaniyên jiyanê ji êrişan. Hevgirtina pêkhateyên herêmê yên Kurd, Ereb, Suryan û Ermen bingeha vê berxwedanê bû.

Li kêleka rola gel jî, Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) berxwedan bi rêxistin kir û rêbaza şerê gel ê şoreşgerî ji bo parastina bendavê bi pêş xist. Vê rêbazê jî bi serkeftinê berhem da û teqez kir ku yekitiya pêkhateyan û hêza îradeya gel dikarin êrişan têk bibin û aramiya herêmê misoger bikin.

'MIN NIKARIBÛ BÊ BERTEK BIMÎNIM'

Bi nêzîkbûna salvegera yekemîn a vê berxwedanê re (8'ê Çileyê) welatî Ebdusemed Îsa yê ji taxa Til Hecerê ya bajarê Hesekê yê kantona Cizîrê ku 9 caran bi kurê xwe re beşdarî berxwedana bendavê bûbû, got: "Min nikaribû li hemberî çûyîna pêkhateyên Hesekê ji bo berxwedana bendavê û parastina wê bê bertek bimînim. Min xwest ez bibim beşek ji vê hemleyê."

BENDAVA TIŞRÎNÊ... DESTANA GEL A ÎRADE Û YEKITIYÊ

Ebdusemed got: “Berxwedana Tişrînê bû tewaf û di pêşerojê de ew ê wek Bendava Şehîdan bibe mezargeheke nîştimanî. Sekna dîrokî ya pêkhateyan a li kêleka QSD'ê rola sereke di pêkanîna serkeftinê de lîst."

ÊRIŞ Û BIRÎNDAR… BANGÊN HESABXWESTINÊ

Îsa diyar kir ku ew li bendavê birîndar bû, her wiha bi dehan sivîl hatin birîndarkirin û şehîdkirin, ji wan rojnamevan û temenmezin bûn. Îsa bang li civata navneteweyî kir ku ji ber binpêkirinên li dijî sivîlan hesabê ji dewleta Tirk a dagirker bixwaze û got: "Hedefgirtin ne leşkerî bû, ew rasterast li dijî sivîlan bûn û armanc jê têkbirina îradeya pêkhateyan bû."

'EM JI BALAFIRAN NETIRSIYAN, EM JI BOMBEBARANÊ BIHÊZTIR BÛN'

Şêrîn Hesen ku dayika 2 şehîdan e, got: "Ez 3 caran tev li berxwedana bendava Tişrînê bûm. Tevî ku konvoya me cara yekê hat hedefgirtin lê dîsa jî me rê berdewam kir û em gihîştin bendavê. Balafirên dagirkeriya Tirk gelek caran konvoyên gel rawestandin lê belê em netirsiyan."

Şêrîn Hesen tevî nexweşiya xwe jî di cara 3'yemîn de herdu zarokên xwe bi xwe re birin da ku ew jî şahidiyê li berxwedana lehengî bikin.

‘BENDAVA TIŞRÎNÊ ŞERÊ GEL Ê ŞOREŞGERÎ BI PÊŞ XIST’

Ahîn Elî destnîşan kir ku ji destpêka Şoreşa Rojava ve bi taybetî şoreşa jinan pêkhateyan teqez kir ku şoreş bi rêbaza şerê gelê şoreşgerî tê parastin û got: "Tevî hemû êriş û dagirkeriya li ser bajarên me, lê li tu carî hevgirtineke wekî hevgirtina gel a li bendava Tirşînê çênebû."

Ahîn Elî diyar kir ku gel bi zarok, jin û temenmezinan bi coşeke mezin berê xwe da bendavê da ku destkeftiyên şehîdan biparêzin û got: "Sekna sivîlan a bi QSD'ê re li hemberî artêşa 2'yemîna  NATO'yê girîngiyeke dîrokî bû. Şerê gelê şoreşgerî berî ku çek be, çand û îrade ye û ev yek li bendava Tişrînê hat îsbatkirin."

(mh)

ANHA