Mihemed Ebadî: Mirina Reîsî zêde bandorê li Îranê nake

Pisporê kar û barên Îranê Mihemed Ebadî got, mirina Raîsî ewqasî bandorê li Îranê nake, ji ber ku Îranê ji berê de planên xwe danîne.

Mihemed Ebadî: Mirina Reîsî zêde bandorê li Îranê nake
22 gulan 2024   07:35
NAVENDA NÛÇEYAN

Serokê Îranê Îbrahîm Raîsî û Wezîrê Karên Derve Hisên Amîr Ebdullahiyan 19’yê Gulanê (2024) di qezaya helîkopterê de li gel şandeya pê re jiyana xwe ji dest dan. Li gorî çavdêran, ev bûyer wê bandorê Îranê bike, lê hinek jî dibêjin ti bandora wê nabe.

Girêdayî mijarê pirsporê kar û barên Îranê Mihemed Ebadî ji ANHA’yê axivî. Ebadî diyar kir ku mirina Reîsî bandorek neyînî Îranê nake û got: "Îran ji berê de plana xwe hazir kiriye. Hebûn an jî nebûna serokê welat û wezîrê karên derve tiştekî naguherîne. Ger rewşa li Îranê bi kesayetan ve girêdayî bûya, wê demê piştî kuştina Qasim Silêmanî, dê tiştek bihata guhertin."

Li gorî Ebadî, Îran dê bilez ji bandora vê bûyerê derabas bike û planên xwe yên stratejîk ên têkildarî herêmê di ber çavan re derbas bike.

Ebadî bal kişand ku Îran wê di rojên pêş de hewl bide ku nehêle bûyer rê li ber aloziyên nû veke û wiha dom kir: "Tehran dê di çend rojên pêş de, di gelek mijarên hundirîn û derve de mijûl bibe da ku vê aloziyê der bas bike. Wê hewl bide ku mirina Reîsî û Ebdullahiyan rê li ber xwepêşandanênmîna bûyerên berê veke. Îran niha di rewxek şok de ye û bawerim dê bikare vê rewşê zû derbas bike."

Têkildarî sedema qezaya helîkopterê jî Ebadî bal kişand ser 3 îhtîmalan û wiha axivî: "Ya yekê, belkî di encama rewşa hewayê de pirsgirêkek di helîkopterê de çêbibe û di encamê de ketibe xwarê. Ji ber ku pêwîstiya piraniya balafirên Îranê bi sererastkirinê heye. Di çend salên dawîn de li Îranê gelek qezayên girêdayî balafirvaniyê rû dane.

Ya duyemîn belkî ji ber rewşa nebaş a hewayê be. Wê rojê rewşa hewa gelekî nebaş bû û ew herêm bi avhewaya xwe ya nebaş tê naskirin.

Ya sêyemîn jî ew e ku belkî qeza plankirî be. Tehranê her tim Azerbeycan tawanbar kiriye ku derfetê dide MOSAD’ê ku li ser sînorên Îranê bi cih bibe. Ev tê wateya ku MOSAD li ser sînorên Îranê ye. Wek tê zan3in Muhsin Alîzade yê ku bi navê ‘Bavê bombeya nukleerî’ tê naskirin di Mijdara 2021`an hatibû kuştin û ji kuştina wî MOSAD hatibû tawanbarkirin. Heke ev bûyer plankirî be, ji bilî Îsraîlê kesek vê nake. Wê demê em dikarin bêjin ku şerekî mezin  ê vekirî di navbera her du aliyan de heye."

(şx/a)

ANHA