‘Mifteya çareseriya pirsgirêkên Rojhilata Navîn girava Îmraliyê ye’
Yekitiya Jinên Ciwan li dijî tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan li bajarê Qamişlo yê kantona Cizîrê meşek li dar xist.
Meşa ku ji Çerxerêya Osman Sebrî dest pê kir, heya Stadyûma Şehîdên 12’ê Adarê dom kir. Jinên Ciwan di meşê de pankarta “Jinên Ciwan Fedaîyên Rêber Apo Ne”, wêneyên Rêber Abdullah Ocalan û alên Yekitiya Jinên Ciwan hildan û girseya meşê gelek caran dirûşmên “Bijî Serok Apo”, “Bê Serok Jiyan Nabe” û “Bi can, bi xwîn, em bi te re ne ey Serok” berz kirin.
Piştî ku girseya meşê li cem Stadyûma Şehîdên 12’ê Adarê sekinî, meş veguherî asta mîtîngê.
Ji bo bîranîna şehîdên şoreşê deqeyek rêz hat girtin. Li wir rêvebera Yekitiya Jinên Ciwan a Kantona Cizîrê Medya Xelîl daxuyaniyeke nivîskî xwend.
Medya Xelîl diyar kir ku ew weke Jinên Ciwan ên Kantona Cizîrê li dijî tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocallan daketine qadan û destnîşan kir ku heya tecrîd bê şikandin ew ê bê rawestan li qada bin û li ber xwe bidin.
Medya Xelîl di berdewama daxuyaniyê de bal kişand ser pirsgirêkên Rojhilata Navîn û da zanîn ku mifteya çareseriya hemû pirsgirêkan bi şikandina deriyê Îmraliyê pêkan e.
Medya Xelîl di dawiya daxuyaniyê de got: “Em xwe bi fikir û felsefeya Rêber Apo perwerde bikin da ku em tecrîdê bişikînin û azadiya fizîkî ya Rêber Apo pêk bînin.”
(bm-be)
ANHA