Mexrib: Planeke mezin a DAIŞ’ê hat têkbirin

Desthilata Mexribê diyar kir li taxên Rîbatê li ber planeke mezin a DAIŞ’ê girtiye û 12 çeteyên wê destgîr kirine.

Mexrib: Planeke mezin a DAIŞ’ê hat têkbirin
19 sibat, 2025   15:47
NAVENDA NÛÇEYAN

Desthilata Mexribê (Fas) ragihand ku wê planeke mezin a çeteyên DAIŞ’ê têk biriye û da zanîn ku plan ji aliyê serçeteyê DAIŞ’ê yê li herêma Perava Afrîkayê hatibû sazkirin.

Ajansa Nûçeyan a Mexribê têkildarî mijarê ragihand ku “planeke terorî ya gelek xeternak a li dijî welat” hatiye têkbirin û ev agahî parve kirin: "Di çarçoveya operasyoneke ewlehiyê ya baldar a hêzên ewlehiya Mexribê de, li taxên Iyûn, Dar El Beyda, Fas, Tawnat, Tence, Ezmûr, Cirsêf, Welad Tayma, Tamsna yên paytext Rîbatê de 12 çeteyên DAIŞ’ê hatin destgîrkirin.”

(bb)