Alîkarî li koçberên ji kantona Efrîn-Şehbayê hatin belavkirin

Rêveberiya Xweser alîkariyên ku Koalîsyona Navneteweyî şandine, li koçberên ji Efrîn û Şehbayê belav kirin.

Alîkarî li koçberên ji kantona Efrîn-Şehbayê hatin belavkirin
19 sibat, 2025   15:56
REQA

Desteya Kar û Barên Civakî û Kedkaran a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê alîkariyên ku Koalîsyona Navneteweyî şandine, li koçberên ji Kantona Efrîn-Şehbayê yên li kantona Reqayê belav kirin.

Alîkariyên ku ji 580 paketên xwarinê pêk tên, li koçberên li wargehên demkî yên niştecihbûnê yên li Reqayê hatin belavkirin.

Endamê Meclisa Kantona Efrîn-Şehbayê Xelûsî Beso der barê mijarê de ji ajansa me re diyar kir ku alîkarî bi koordîneya Desteya Kar û Barên Civakî û Maseya Krîzê ya Kantona Reqayê hatin belavkirin.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku hezar û 100 malbatên koçber ên ji kantona Efrîn-Şehbayê li 37 navendên bicihbûnê yên li Reqayê hatine bicihkirin.

(bb)

ANHA