KNK’ê serdana Nûnertiya P.D.P.K.S’yê kir

Şandeya KNK’ê li bajarê Silêmaniyê sardana P.D.P.K.Sˋê kir. Di hevdîtinê de rewşa dawî ya Rojavayê Kurdistanê û girîngiya yekitiya netewî ya gelê Kurd hat gotûbêjkirin.

KNK’ê serdana Nûnertiya P.D.P.K.S’yê kir
30 kanûn, 2024   20:59
NAVENDA NÛÇEYAN

Şandeya Kongreya Netewî ya Kurdistan (KNK) di çarçeya serdanên xwe yên partiyên siyasî, sazî û rêxistinan de, îro li bajarê Silêmaniyê serdana Nûnertiya Partiya Demokrata Kurd Pêşverû ya Kurd li Sûriyeyê (P.D.P.K.S) kir.

Şandeya KNK’ê ku ji Hevseroka Giştî ya KNK’ê Zeynep Mûrad, endamên KNK’ê Refîq Xefûr û Şehla Efîd pêk tê, bi nûnerê Partiya Demokrata Kurd Pêşverû ya Kurd li Sûriyeyê ya Silêmaniyê Elî Şemdîn li avahiya nûnertiya partiyê civiyan.

Di civînê de guhertin û geşedanên li Rojhilata Navîn, Kurdistan, Sûriye û bi taybetî Rojavayê Kurdistanê, êrişên dewleta Tirk û çeteyên wê li ser Rêveberiya Xweser û gelên wê bi berfirehî hatin gotûbêjkirin. Her du aliyan tekezî bi girîngiya avakirina yekitî û yekrêziya ntewî ya Kurd, her wisa amadekariyên ji bo lidarxistina konferansa KNK’ê li Başûrê Kurdistanê gotûbêj kirin.