Metranê Cizîr û Firatê beşdarî kongreya Mala Êzidiyan bû

Metran Mar Moris Emsîh di Kongreya 6’emîn a Mala Êzidiyan a Kantona Cizîrê de axivî.

Metranê Cizîr û Firatê beşdarî kongreya Mala Êzidiyan bû
9 sibat, 2024   15:43
HESEKÊ

Di Kongreya 6’an a Mala Êzidiyan a Kantona Cizîrê de ku li bajarê Hesekê tê lidarxistin, metranê Cizîr û Firatê yê suryan û ortadoksan Mar Moris Emsîh axivî.

Metran Emsîh bal kişand ser jiyana hevbeş a di navbera pêkhateyan de û got: “Berê me digot pêkvejiyan. Îro jî em dibêjin jiyana hevbeş a di navbera xwişk û birayan de. Li dêran em dibêjin çi qas xweş e bira bi hev re bijîn. Ev biratî di dilê me de bi saya bav û kalên me hate çandin ku hezkirina ax û hev du fêrî me kirin.”

Emsîh di berdewama axaftina xwe de got: "Hezkirin, mucîzeyan çêdike. Em nêzî hev bûn. Hezkirin kîn û nefretê dûr dixe û li şûna wê hezkirin û aştiyê tine. Cizîr, dayika şaristaniyê ye ku ji vir ji Mezopotamyayê, ji vê axa pîroz şaristanî belav bû.”

Emsîh lidarxistina kongreyê pîroz kir û got: “Bi navê metranê Cizîr û Firatê û pêkhateyên wê yên ku em bi wan serbilind in, rihetê ji şehîdan re dixwazin û ji bo wan û birîndaran dua dikin heta ku aştî li şûna şer pêk were, her kes di rêya aştiyê de bimeşe.”

Kongre bi nîqaşkirina kar û xebatên rêxistinî û xwendina rêziknameyê dewam dike.

(bb-şx)

ANHA