Îsraîlê dîsa bi moşekan êrişî Şamê kir

Hate ragihandin ku artêşa Îsraîlê bi moşekan êrişî Şamê kiriye û pergala parastina hewayî gelek moşek bê bandor kirine.

Îsraîlê dîsa bi moşekan êrişî Şamê kir
9 sibat, 2024   15:44
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameya El Watan a hikumeta Şamê ragihand ku dengê teqînan ji paytextê hatiye bihîstin. Ajanseke din a hikumeta Şamê da zanîn ku pergalên parastina hewayî hin moşek li nêzî Şamê bê bandor kirine.

Malpera Sewt El Asîma jî bi bîr xist ku pergalên parastina hewayî yên hikumeta Şamê moşekên ku Îsraîlê avêtine, li asîmanê Şamê xistine xwarê.

Heman malperê destnîşan kir ku dengê teqînan li Şamê û gundewarên wê hatiye bihîstin ku dengê moşekên pergalên parastina hewayî bûye ku li dijî moşekên Îsraîlê hatine avêtin.

(şx)