Metirsiya komkujiyê heye: Gel hewl dide biçe nexweşxaneya Xalid Fecir

Li Nexweşxaneya Şehîd Xalid Fecir a Şêxmeqsud ji ber êrişên hovane yên komên çeteyan, jiyana nêzî 100 birîndar, jin, zarok û pîran di xeteriyê de ye. Şêniyên taxê hewl didin ku xwe bigihînin nexweşxaneyê, lê balafirên bêmirov û bi çek (SÎHA) ên dewleta Tirk herêmê bombebaran dikin.

Metirsiya komkujiyê heye: Gel hewl dide biçe nexweşxaneya Xalid Fecir
10 ÇILE, 2026   14:08
HELEB

Bombebarana komên çete yên girêdayî Hikûmeta Demkî ya Suriyeyê li ser Nexweşxaneya Şehîd Xalid Fecir a Şêxmeqsud bi dijwarî didome. Dewleta Tirk a dagirker jî bi balafirên SÎHA herêmê bombebaran dike. Li hemberî êrîşan berxwedana hêzên parastina taxê jî berdewam dike. 

Hat ragihandin ku ji ber êrişan, jiyana nêzî 100 birîndar, zarok, jin û kesên pîr ên li nexweşxaneyê di xeteriyê de ye, metirsiya komkujiyek mezin heye.

Nûçegihanên me ragihandin ku şêniyên taxê hewl didin ku kom bibin û xwe bigihînin nexweşxaneyê ku birîndar, zarok û jinan xilas bikin. Lê ji ber êrîşên balafiran û çeteyan xwegihandina nexweşxaneyê gelekî zehmet bûye.