Du seyareyên çeteyan hatin rûxandin

Hêzên parastina Şêxmeqsud bersiva tund da êrişên çeteyan ên bi desteka balafirên SÎHA yên dewleta Tirk û 2 seyareyên wan rûxandin. Pevçûn didomin.

Du seyareyên çeteyan hatin rûxandin
10 ÇILE, 2026   14:14
HELEB

Li gorî agahiyên ku nûçegihanên me ji herêmê ragihandine, komên çeteyan ên girêdayî Hikûmeta Demkî ya Suriyeyê bi tang, top û çekên giran, her wiha bi piştgiriya balafirên bi tîpa Bayraktar ên bi çek û bêmirov (SÎHA) êrişî Nexweşxaneya Şehîd Xalid Fecir dikin. 

Li hemberî hêzên ewlekariya taxê jî bersivên tund didin çeteyan. Hat diyarkirin ku 2 seyareyên çeteyan hatine rûxandin û pevçûnên dijwar didomin.

(ekip)

ANHA