Metirsiya darvekirinê li ser du xwepêşanderan heye

Dadgeha Bilind a Îranê cezayê darvekirinê yê du xwepêşanderên çalakiyên vê dawî yên gelên Îranê erê kir û metirsiya pêkanîna darvekirinê li ser her du xwepêşanderan heye.

Metirsiya darvekirinê li ser du xwepêşanderan heye
14 hezîran, 2026   12:36
NAVENDA NÛÇEYAN

 Tora Mafên Mirovan a Kurdistanê derbarê metirsiya darvekirina du xwepêşanderan ji aliyê rejîma Îranê ve bi raporekê hişyarî da.

Di raporê de hate diyarkirin ku du xwepêşanderên bi navê Elî Fetah Kemalî û Mihemed Neqîzade yên ku ji aliyê Dadgeha Bilind a Îranê ve cezayê darvekirinê li wan hatibû birîn, piştî erêkirina cezayên wan, ji girtîgeha Tehrana Mezin (Feşafûye) ji bo girtîgeha Qizilhesar a Keracê hatine veguhestin.

Hate destnîşankirin ku erêkirina cezayê darvekirinê yê her du xwepêşanderan di Dîwana Bilind a Îranê de, metirsiya bi cihanîna darvekirinê zêdetirkiriye.

Elî Fetah Kemalî yê 33 salî û niştecihê Malezyayê, di xwepêşandanên dawî yên gelên Îranê de hatibû binçavkirin û piştî demekê ji aliyê lîqa 26 a Dadgeha Şoreşa Îslamî ya Tehranê ve bi serokatiya dadwer Îman Efşarî, bi tohmeta ‘serhildanê’ cezayê darvekirinê lê hatibû birîn.

Mihemed Neqîzade yê 25 salî û xelkê Tehranê jî, ji ber xwepêşandanên dawî yên gelên Îranê hatibû binçavkirin û ji aliyê lîqa 15 a Dadgeha Şoreşa Îslamî ya Tehranê ve bi serokatiya dadwer Qasim Selawatî cezayê darvekirinê li ser hatibû pejirandin.

Heta niha tu agahiyên zêdetir derbarê pêvajoya dadwerî, çûyîn û wergirtina parêzer û hûrguliyên dosyayên wan nehatine weşandin.