Li balafirxaneya leşkerî ya Nêrebê ya Helebê teqîna duyemîn

Dengê teqînan ji balafirxaneya leşkerî ya Nêrebê ya li nêzî balafirxaneya navneteweyî ya Helebê hat bihîstin. Agahî hene ku zirarên madî hene û zirar gihîştiye mirovan. Îsal ev êrişa duyemîn e.

Li balafirxaneya leşkerî ya Nêrebê ya Helebê teqîna duyemîn
11 tîrmeh, 2025   22:17
HELEB

Çavkaniyên têkildar da zanîn ku rêzeteqîn li tabûra berevaniya hewayî ya balafirxaneya leşkerî ya Nêrebê ya başûrê rojhilayê bajarê Helebê rû da.

Çavkaniyan diyar kir ku ew teqîn ji ber teqîna moşekên li tabûrê bûn, lê nehat diyarkirin bê sedema wê xwezayî yan mirovî bû.

Hat zanîn ku di encamê de zirarên madî çêbûn û zirar gihîşt mirovan, tu agahiyên din nehatin bidestxistin.

Hikumeta veguhêz a Sûriyeyê der barê vê bûyerê de tu daxuyanî nedaye.

Di 15'ê Sibata vê salê de ji ber "şaşiyên mirovî" teqîn li heman balafirxaneyê rû dan.

(mh)