Konferansa Hevgirtina Jinan didome

Di Konferansa "Hevgirtina jinan bingeha avakirina edalet û demokrasiyê ye li Sûriyeya nenavendî û yekgirtî" de hate gotin ezmûna Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê îsbat kir ku jin modeleke hevgirtî ya rêveberiyê ava dikin, mafên xwe û civaka xwe diparêzin û beşdarî nivîsandina destûra siberojê bibin.

Konferansa Hevgirtina Jinan didome
20 îlon, 2025   15:27
HESEKÊ

Konferansa "Hevgirtina jinan bingeha avakirina edalet û demokrasiyê ye li Sûriyeya nenavendî û yekgirtî" ku ji aliyê Kongra Star û Kombûna Jinan a Zenûbiya ve hatiye birêxistinkirin, li Hola Serdem a li bajarê Hesekê dewam dike.

Piştî axaftina berdevka Kombûna Jinan a Zenûbiya Xod El Elî, bi navê Yekitiya Jinên Suryan, rêvebera yekitiyê Sîlva Elasya axivî.

Sîlva Elasya destnîşan kir ku îradeya jinên sûriyeyî bingeha avakirina Sûriyeya demokratîk, pirrengî û nenavendî ye. Sîlvayê wateya edaleta veguhêz û girîngiya pêkanîna wê şîrove kir. Her wiha pêşketina edaleta civakî wekî têgeh ji sedsala 19’an ve vegot.

Bi navê Yekitiya Jinên Ermen jî Anahîd Qesabiyan jî îşaret pê kir ku jinên sûriyeyî bi hemû pêkhateyên xwe dikarin beşdarî avakirina siberojeke hevbeş a demokratîk û adilane bibin. Anahîd ezmûnên jinên Ermen bi qirkirin û koçberiyê re vegot û got divê êş û zehmetî veguherin hêza avakirina aştî û demokasiyê.

Anahîd Qesabiyan di dewama axaftina xwe de diyar kir ku ji bo avakirina Sûriyeyeke demokratîk, pirrengî, nenavendî ku rûmeta jinan biparêze û mafên hemû gelan mîsoger bike, dê bi xwişkên xwe yên ji pêkhateyên din ên Sûriyeyê re bixebitin.

Bi navê jinên Elewî yên perava Sûriyeyê lêkolîner Dr. Ebîr Selman jî behsa nakokî û cudabûna di navbera belgeyên olî û pêkanîna wan de kir. Ebîr rola tevgerên jinan ên nûjen di daxwaza mafên jinan de vegot û bal kişand ser ezmûna Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û got: "Rêveberiya Xweser ezmûneke pêşeng e ku rola rasteqîn a jinan di qadên siyasî, civakî û hiqûqî û hwd de nîşan dide."

Ebîr di dewama axaftina xwe de diyar kir ku di destpêka şoreşa Sûriyeyê de û di nava salekê de lêkolînek çêkir û got, derket holê ji fîlozofên herî zêde ku piştgirî dane jinan Rêber Abdullah Ocalan e.

Bi navê jinên Durzî Înas Neîmî bi rêya bernameya Zoomê beşdar bû û got beşdariya jinan di vê konferansê de armanc dike ku eniyeke jinan a yekgirtî ava bike ku rûmeta jinan vegerîne. Înas destnîşan kir ku modela Rêveberiya Xweser rê dide jinan ku beşdarî biryardayînê, derxistina qanûnan û parastina mafên xwe bibin, nivîsandina qanûnek jinan ji bo tevahiya herêmê.

Konferans bi axaftinan dewam dike.

(bb)