Meşa girseyî ya li Reqayê dest pê kir

Meşa girseyî ya li Reqayê ya ji bo şermezarkirina Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan dest pê kir. Li gel şêniyên bajêr bi hezaran şêniyên kantonên Dêrazor û Tebqayê tev lê bûne.

Meşa girseyî ya li Reqayê dest pê kir
Meşa girseyî ya li Reqayê dest pê kir
Meşa girseyî ya li Reqayê dest pê kir
Meşa girseyî ya li Reqayê dest pê kir
Meşa girseyî ya li Reqayê dest pê kir
Meşa girseyî ya li Reqayê dest pê kir
Meşa girseyî ya li Reqayê dest pê kir
8 cotmeh, 2024   13:09
REQA

Bi hezaran şêniyên kantonên Reqa, Tebqa û Dêrazorê ji bo şermezarkirina Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan dimeşin.

Girseyê wêneyên Rêber Abdullah Ocalan, pankartên "Azadiya fîzkî ya Rêber Abdullah Ocalan… tunekirina dagirkeriya Tirk" hildan. Gaziyên şer û jin pêşengiya meşê dikin ku ji qada Navenda Perwerdeyê ya li naverasta bajêr dest pê kir û dê heta Çerxerêya El Neîm bidome û li Stada Beledî raweste.

Girseyê dirûşmên "Na ji tecrîda li ser Rêber re", "Ji bo Serok azadiya fîzîkî", "Bê Serok jiyan nabe" û "Bimire dewleta Tirk a faşîst" berz dike.

Beriya meş dest pê bike, dikandarên bajêr ji bo ku tev li meşê bibin, dikanên xwe girtibûn.

(şx)

ANHA