Meşa dirêj a ciwanan bi dawî bû: 2 ciwan tev li gerîla bûn

Meşa dirêj a  ciwanan a ji bo azdaiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan di roja sêyemîn de li Dêrikê bi dawî bû. 2 ciwanan tevlêbûna nava gerîlayan ragihand.

1 kanûn, 2023   21:47
QAMIŞLO

Meşa dirêj a ciwanan a bi dirûşma "Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî" ku berî du rojan ji bajarê Qamişloyê dest pê kiribû, îro ji navçeya Girêkê Legê ber bi bajarê Dêrikê ve bi rê ket.

Meş li deriyê ketina Dêrikê ji aliyê sedan kesî ve hat pêşwazîkirin. Meş bi tevlêbûna şêniyan heta ber navenda Ciwanên Şoreşger a Şehîd Bawer dewam kir. Di meşê de wêneyên Rêber Abdullah Ocalan, alên PKK, Tevgera Ciwanên Şoreşger, pankartên "Bê Serok jiyan nabe", "Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî" hatin vekirin û bê navber dirûşmên "Bijî Serok Apo" û "Bi can bi xwîn em bi te re Serok" hatin berzkirin.

Li ber navenda Şehîd Bawer rêveberê Tevgera Ciwanên Şoreşger Ferhad Dêrikê axivî  got: "Em Rêber Abdullah Ocalan silav dikin. Em dibêjin ji bo Rêberê me 3 roj meşa li ser piyan kêm in. Azadiya Rêber Abdullah Ocalan azadiya tevahî gelan e. Em soz didin Rêber Abdullah Ocalan em ê li ser fikrê wî bimeşin ta azadiya wî ya fîzîkî mîsoger bikin û herêmên dagirkirî rizgar bikin."

Piştre ciwanê bi navê Elî Andok ê ji Minbicê û Baran Tolhildan ê ji Dêrazorê tevlêbûna xwe nava refên gerîla ragihand. Her du ciwanan soz dan ku ji bo azadiya Rêbertî û rizgarkirina herêmên dagirkirî tê bikoşin.

Piştre Koma Cûdî govend gerandin û hunermend Şadî Serhan ê ji Tebqayê stran got.

(bb)

ANHA