‘Helwesta me berxwedana li hember êrişan e’

Şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê der barê êrişên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê de diyar kir ku ew armanca êrişên wan nas dikin û helwesta wan sekna li hember wan êrişan e.

‘Helwesta me berxwedana li hember êrişan e’
2 kanûn, 2023   04:35
QAMIŞLO
BESNE ŞEMO

Şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di bin êrişên artêşa Tirk a dagirker ên rojane de ne. Armanca artêşa Tirk ji van êrişan, dagirkirina herêmê ye.

Der barê mijarê de Xorşîd Hemo yê ji navçeya Çilaxa ya Qamişloyê anî ziman ku armanc ji êrişên dagirkeriyê tesfiyekirina têkoşîn û berxwedana gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û şoreşê ye.

Xorşîd Hemo got: “Êrişên dagirkeriyê vîna me têk nabin, lê israra me ya têkoşînê û yekitiya me ya li ser bingeha şerê gel ê şoreşgerî xurttir dike. Mîna me çeteyên DAIŞ′ê di aliyê erdnîgarî de têk birin, em ê xaka xwe ji dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê jî paqij bikin.”

Welatiya bi navê Sabirîn Îlyas a ji heman navçeyê jî der barê armancên dewleta Tirk a dagirker de got: "Armanc ji êrişên bênavber lawazkirina projeya navneteweya demokratîk û koçberkirina şêniyên herêmê ye. Bi wê re timayên xwe yên mêtingeriyê, mîna niha li herêmên dagirkirî dike, pêk bîne."

Sabirîn Îlyas di berdewama axaftina xwe de anî ziman ku ew êriş gelê ku li ser esasê şerê gel ê şoreşgerî xwe bi rêxistin kiriye, têk nabin û got yekitî û hevgirtina gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê têrê dike ku planên li dijî herêmê têk bibin.

Welatiyê bi navê Xelîl Mecîd jî hewldanên dagirkirina herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şermezar kir û diyar kir ku mafên gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê yên parastina destkeftiyan û xweparastinê de heye.

Rexde Esaf jî got ji bo sekna li hember van êrişên li dijî herêmê xwe dispêrin felsefeya Rêber Abdullah Ocalan û anî ziman ku projeya neteweya demokratîk ji bo çareserkirina dozan projeya herî guncaw ji Rojhilata Navîn re ye.

(fr)

ANHA