Ji bo şehîd Serhildan Mehsum merasîma xiyabî hat lidarxistin

Li Qamişlo ji bo gerîlaya HPG’ê şehîda Serhildan Mehsum merasîmek xiyabî hat lidarxistin.

Ji bo şehîd Serhildan Mehsum merasîma xiyabî hat lidarxistin
Ji bo şehîd Serhildan Mehsum merasîma xiyabî hat lidarxistin
Ji bo şehîd Serhildan Mehsum merasîma xiyabî hat lidarxistin
Ji bo şehîd Serhildan Mehsum merasîma xiyabî hat lidarxistin
Ji bo şehîd Serhildan Mehsum merasîma xiyabî hat lidarxistin
Ji bo şehîd Serhildan Mehsum merasîma xiyabî hat lidarxistin
16 hezîran, 2025   22:28
NAVENDA NÛÇEYAN

Ji bo gerîlaya Hêzên Parastina Gel (HPG) şehîd Serhildan Mehsum (Mîdiya Tahabaç) ku di 10’ê Tîrmeha 2024’an de li herêma Zapê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê di encama êrişa bi çekên kîmyewî ya dewleta Tirk de şehîd bibû, ji aliyê Meclisa Malbatên Şehîdan a Qamişlo ve merasîmek xiyabî li ber mala şehîd hat lidarxistin. Di merasîmê de endamên Meclisa Malbatên Şehîdan, endamên sazî û dezgehên Rêveberiya Xweser amede bûn.

Endamê  Meclisa Malbatên Şehîdan Xelîl Reşo axivî û got: “Dijmin  şev û roj heya niha xew nake dixwaze me tune bike em wek gelê Efrînê bi taybet sê caran em koçber bûn. Em dijminê xwe baş nas dikin.”

Piştre endama Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Çîçek Medenî li ser rola fikrên Rêber Abdullah Ocalan di pêşxistina şoreşê de axivî û sersaxî da malbata şehîdê.

Endamê hêza leşkerî Nezîr Sofî jî fedakariya şehîdan silav kir û sersaxî da malbata şehîdê û soza şopandina rêya şehîdan dubare kir.

Piştî axaftinê wesîqeya şehîdê hate xwendin û radestî malbatê hat kirin.

(ekip)

ANHA