‘Divê hemû jinên Sûriyeyê projeya neteweya demokratîk ji xwe re esas bigirin’

Endamên Partiya El Weten El Sûrî diyar kir ku ji bo Sûriyeyeke demokratîk divê tevahî jinên Sûriyeyê projeya neteweya demokratîk ji xwe re esas bigirin, ji ber ku aştî û demokrasiyê temsîl dike.

‘Divê hemû jinên Sûriyeyê projeya neteweya demokratîk ji xwe re esas bigirin’
17 hezîran, 2025   02:35
HESEKÊ
ZEYNEB ŞÊXO

Cîgira seroka Nivîsgeha Jinan a Partiya El Weten El Sûrî Fatme Ferec û Cîgira Nivîsgeha Têkiliyan a partiyê Şeyma Xelef têkildarî rola jinan ya di Sûriyeyeke demokratîk de ji ajansa me re axivîn.

Fatme Ferec diyar kir ku rola jinan di avakirina Suriyeyeke demokratîk de bi têkoşîna jinan wê pêk be û got: "Jin bi zîhniyeta baviksalariyê re rû bi rû mabûn û li hemberî wê zîhniyetê têdikoşîn Jin li hemberî zîhniyeta DAIŞ'ê û çeteyên Tirk niha jî tê dikoşin.”

Fatme Ferec destnîşan kir ku ji bo aştî, azadî û demokrasî li Sûriyeyê pêk were divê jin rola xwe di avakirina Sûriyeyê de bilîzin û wiha got: "Di salên dirêj ên şoreşê de jin li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bûn xwedî tekoşîn û berxwedaneke mezin. Hebûn û rola xwe di civakê de nîşan dan. Destkeftiyên mezin bi dest xistin û saziyên xwe ava kirin. Jin bi perwerde û rêxistina xwe gihaştin asta hevserokatiyê û civak bi rê ve birin.

Civaka ku rola jinan tê de tune be, wekhevî û edalet jî tê de nayê peydakirin. Tevlêbûna jinan a li qadên civakî gelek girîng e. Ji ber ku ew nûnertiya civakeke azad û demokratîk dikin. Divê hemû jinên Sûriyeyê projeya neteweya demokratîk ji xwe re esas bigirin. Ji ber ku ev proje aştî û demokrasiyê temsîl dike. Ev hemû jî bi saya xwebirêxistinkirin û xweperwerdekirinê bû.”

Şeyma Xelef jî diyar kir ku bêyî jinan aştî pêk naye û got: "Aştî û avakirina Sûriyeyeke demokratîk divê rola jinan a esasî tê de hebe. Di hemû qadan de jin xebatê bidin meşandin. Bi taybet jinên Sûriyeyê divê bi vê yekê rabin. Jinên gundan rastî gelek zehmetiyan tên. Ji bo pêşîgirtina vê yekê jî perwerde divê.”

Şeymayê diyar kir ku nebûna jinan di tu aliyekê de tê wateya nebûna demokrasî û azadiya rasteqîn. Ji lew re divê jin di tevahî aliyên siyasî, leşkerî û dadweriyê de hebin. Jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di gelek qadan de xwe îsbat kirine, divê jinên Sûriyeyê jî projeya neteweya demokratîk ji xwe re bikin esas.

ANHA