Leyla Zana: Me di sala 1980yan de xwişk û biratî dixwest em û îro jî dixwazin

Konferansa Parlamenterên Jin ên Kurd ku di pêşengiya TJAyê de tê lidarxistin, bi rûniştina “Di siyasetê de jin: Ezmûnên hevpar ji çar aliyan û Ewropayê” berdewam dike. Siyasetmedar Leyla Zana anî ziman ku zindan be jî, parlamento be jî kolan be jî ji bona wan her tim qada têkoşînê ye. Wan di sala 1980yan de xwişk û biratî dixwest ew îro jî heman tiştê dixwazin.

Leyla Zana: Me di sala 1980yan de xwişk û biratî dixwest em û îro jî dixwazin
28 gulan, 2025   14:24
NAVENDA NÛÇEYAN

Konferansa Parlamenterên Jin ên Kurd ku di pêşengtiya Tevgera Jinên Azad (TJA) de tê lidarxistin bi dirûşma “Jin siyaseta demokratîk dimeşînin, civaka demokratîk avadikin” li Çand Amedê (Navenda Kongre û Çandê ya Şaredariya Bajarê  Amedê) ya li navçeya Yenîşehîr a bakurê Kurdstanê dest pê kir.

‘ME XWİŞK Û BİRATÎ BERÊ JÎ XWEST Û EM ÎRO JÎ DİXWAZİN’

Di rûniştina ku moderatoriya wê parlamentera DEM Partiyê ya Şirnexê Newroz Ûysal kir de ewilî siyasetmedara Kurd Leyla Zana axivî. Leyla Zana qala pêvajoya hilbijartina xwe ya parlamentoyê û berxwedana zindanan a di sala 1980yan de kir. Leyla Zana diyar kir ku ji wê rojê ve di nêzîkatiya pergalê de guhertinek nîne û wiha got: “Me wê rojê jî xwişk û biratî dixwest em û îro jî dixwazin. Zindan be jî, parlamento be jî kolan be jî ji bona me her tim qada têkoşînê ne. Divê nifşê nû ji xwe bawer bin. Em li ser dozeke heq in. Neheqî li me hatiye kirin. Yên hatine tunekirin em bûn. Hem di warê jinan de hem di warê qewim de em xwedî li xwe derketin.”

‘JİYANEKE HEVBEŞ DERİYEKÎ GİRÎNG E Jİ BO PÊŞEROJEKE BİEDALET’

Dû re siyasetmedar Semîra Goran a ji Başûr tev li konferansê bûyî axivî. Semîra Goran çareseriyeke aştiyane û demokrasi ji bere pir girîngtir e. Aramî bi hev re jiyan di dewletê de misoger be ev pêngaveke erênî ye ji bo pêşeroja gelê Kurdistanê. Wekhevî û jiyaneke hevbeş deriyekî girîng e ji bo pêşerojeke biedalet ji bo gelê Kurdistan û pêkhateyên di nava wan de dijîn. Serkeftinê ji konferansê re dixwazim û hêvî dikim ku encamên wê ji bo pêşerojeke aram bibin wesîle.

‘HÊVÎ DİKİN KU KURD Lİ HER ÇAR PARÇEYÊN KURDİSTANÊ BİGİHİN MAFÊN XWE’

Dû re parlamentera Iraqê Kurda Emer axivî. Kurda Emer diyar kir ku guhertineke pir mezin li Rojhilata Navîn heye û wiha got: “Hêvî dikim ku Kurd li her çar parçeyên Kurdistanê bigihin mafên xwe. Em hêvî dikin ku meseleya çareseriyê kurd li Tirkiyeyê bi ser bikeve.” Kurda Emer pişt re qala pêvajoya xebatên xwe yên siyasî kir û xebatên ku li ser jinan li parlamentoyê de meşandine kir.

‘KONFERANS Jİ BO BİDESTXİSTİNA MAFÊN JİNAN GİRÎNG E’

Siyasetmedar Kurdistan Pirdawid jî konferans pîroz kir û diyar kir ku ji bo bidestxistina mafên jinan konferans girîng e. Kurdistan Pirdawid anî ziman ku ji bo komkirina hêzên jinan û parastina mafên xwe dê zêdetir bixebitin û qala xebatên xwe kir. Kurdistan Pirdawid, qala pirsgirêkên jinan ên li Başûr û Iraqê jî kir. Kurdistan Pirdawid bi lêv kir ku rola jinan niha zêdetir bûye û ji deh saliya xwe heta niha di nava xebatan de ye. Kurdistan Pirdawid wiha berdewam kir: “Rêya Kurdiyatiyê li her çar aliyê Kurdistanê heye. Divê em weke jin bi taybetî vê xebatê bimeşînin û hevdû bigirin. Hêvî dikim ku partiyên siyasî zêdetir piştgiriya hevdû bigirin. Em jî Başûr piştgiriya we dikin.”

Rûniştina ewil bi pirs û bersivan bi dawî bû.