′Melayê Cizîrî xwedî felsefeyeke insanî ye′

Di roja duyemîn a Mîhrîcana Osman Sebrî de,panlek li ser felsefeya Melayê Cizîrî hat lidarxistin. Di panelê de hate gotin, Melayê Cizîrî xwedî felsefeyeke insanî ye û ji ber şêwazê xwe yê rûhî zindî maye.

′Melayê Cizîrî xwedî felsefeyeke insanî ye′
′Melayê Cizîrî xwedî felsefeyeke insanî ye′
′Melayê Cizîrî xwedî felsefeyeke insanî ye′
′Melayê Cizîrî xwedî felsefeyeke insanî ye′
′Melayê Cizîrî xwedî felsefeyeke insanî ye′
′Melayê Cizîrî xwedî felsefeyeke insanî ye′
′Melayê Cizîrî xwedî felsefeyeke insanî ye′
′Melayê Cizîrî xwedî felsefeyeke insanî ye′
2 mijdar, 2023   20:39
QAMIŞLO

7`emîn Mîhrîcana Osman Sebrî ya Wêjeyê (Sala Melayê Cizîrê) li hola Zanîngeha Rojava ya bajarê Qamişlo bi amadebûna rewşenbîr û nivîskarên ji herêmê di roja xwe ya duyemîn de dewam kir.

Di roja duyemîn a mîhrîcanê de panelek bi navê “felsefeya Melayê Cizîrî” ji milê nivîskar Diyar Bohtî, nivîskar Beşîr Mele Newaf û nivîskar Arşek Baravî ve hat dayîn.

XWEDÎ FELSEFEYEKE INSANÎ YE

Nivîskar Diyar Bohtî der barê felsefeya Melayê Cizîrî de axivî û diyar kir ku Melayê Cizîrî fîlozofekî Kurda ye, divê bi qasî nirxê wî yê hêja gelê Kurd xwedî lê derkeve û wiha domand: “Tevî ku ola Islamê xwe dispêre tirsê û xelatkirinê jî, lê Melayê Cizîrî nerîneke bê tirs tevdigeriya, felsefeya xwe li ser tirsê ava nekiriye, tevî ku dîndar û mala bû. Felsefeya wî li ser evînê ye, bawer e ku baweriya mirov di dilê wî de ye, li ku be baweriya wî pê re ye, di helbestên xwe de ev yek dida nîşandan, dida xuyakirin ku li dêrê be yan li mizgeftê be baweriya insan di dilê wî de ye. Her wiha xwedî felsefeyeke insanî ye.”

`DI FELSEFEYA MELAYÊ CIZÎRÎ DE NAVENDA HER TIŞTÎ EVÎN E`

Diyar Bohtî da zanîn ku di aliyê afrîneriya gerdûnê de Melayê Cizîrî dide diyarkirin ku tişta di gerdûnê de tê dîtin, hemû ji xalekê teqiyaye û derketiye. Bi vê yekê balê dikşîne ser teqîna mezin. Navê xala ku jê gerdûn çêbûye jî dike eşq û zanist, dibêje tev ji evînê hatine û wiha domand: “Cîhanê weke ku ji tîp û peyvan pêk tê pênase kiriye û sedema afirandina hemû zindiyan vedigerîne ji bo mirov. Ew dibêje li ser evînê xweda hebûn afirandiye, roja tiştek tune bû, xweda finda eşqê pêxist, piştî ew find şewq da hebûna xwe da diyarkirin. Da ku xweşikbûna xweda bê dîtin. Bi vî awayî navenda her tiştî dike evîn, felsefeya wî di jiyanê de wiha ye.”

`KURDISTAN DI HELBESTÊN XWE DE KIRIYE SEMBOLEK`

Nivîskar Arşek Baravî behsa welatparêziya li gel Melayê Cizîrî kir û destnîşan kir ku hemû zanyar û zanist ji mezepotamyayê derketine, her û her dagirkerên Kurdistanê xwestine vê yekê inkar bikin û wiha pê de çû: “Melayê Cizîrî evîna xwedan bi evîna welat girê dida, li gelek deveran geryaye, pê re têkiliyên xwe bi civakên li herêmê re berfireh kiriye.”

Arşek Baravî bal kişand ser nivîsên wî yê girêdana bi welatparêziyê re û got: “Kurdistan jî di helbestên xwe de kiriye sembolek, behsa çem û bexçeyên Kurdistanê dike. Heza xaka xwe dide nîşandan, bi hestên Kurdewarî Newrozê bi sersala dilan pênase dike.”

`BI KURAHÎ REWANBÊJÎ PÊK ANIYE`

Rewşenbîr û Nivîskar Beşîr Mele Newaf jî li ser şêwe û awayên helbestên Melayê Cizîrî axivî û diyar kir ku helbest bi dilnazî, hizir, xeyal û rêgezên şêwaz tên nivîsîn, ne pêkane bêyî wan helbest derkeve. Bi vê helbest dikeve dilê xwînerên xwe, Melayê Cizîrê jî di helbestên xwe de bi kurahî rewanbêjî pêk aniye û gelek ferhengên zimanê din bikar anîne.

Beşîr Mele Newaf got: “Melayê Cizîrî di dîwana xwe de 120 helbest dane, ji bo wan 12 qalib bikar anîne.”

Beşîr Mele Newaf da zanîn ku helbestvan û nivîskarê Kurd Melayê Cizîrî bi şêwazê xwe, xwe zindî hiştiye, xwînerê wî ji hemû baweriya ne, bi aliyê xwe yê rûhî hatiye qebûlkirin û wiha axaftina xwe bi dawî kir: “Cegerxwîn ser helbestên Melayê Cizîrî wiha gotiye `qurana duyemîn ji bo Kurdan e`.”

Piştî qedandina panelê, nivîskar Ebas Mûs bi zimanê Kurdî çîroka xwe ya bi navê `Kilît` û Diyaa Iskender jî bi zimanê Erebî çîroka xwe ya bi navê ``di kêliya dawîn de giyanê xwe aşkera kir` xwendin.

Sibe roja dawîn a 7`emîn Mîhrîcana Osman Sebrî ya Wêjeyê ye, wê helbestvanên serkeftî bên xelatkirin.

(sb)

ANHA